2 endamên HDP'ê yên Meclîsa Bajar a Mûşê ji peywirê dûr xistin 2021-02-06 12:53:23   MÛŞ - Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar a Mûşê yên HDP'î Savcî Arslan û Mehmet Emin Taşer, bi îdeaya “Proganda Rêxistina" kirine, ji peywirê hatin dûrxistin. Bi vê yekê di nava 24 endamên meclîsê de hêjmara endamên Melîsê yên HDP'î daxistin 5’an.   Wezareta Karên Hundir, endamên Meclîsa Bajar a Mûşê yên HDP'î Savci Arslan û Mehmet Emin Taşer ji peywrê dûr xist. Wezaretê bi hinceta "Propaganda rêxistinê kirine" 2 endamên meclîsê yên HDP'î ji kar dûr xistin û hêjmara endamên meclîsê yên HDP'î daket kêmarê. Niha li meclîsê 5 endamên HDP, 8 endamên AKP  û 1 endamê MHP’ê bi giştî 14 endamên meclîsê hene. Heta niha bi giştî 10 endamên meclîsê yên HDP'ê ji peywirê dûr xistin.    MA / Mujdat Can