'Bi qedexeyan ser binpêkirinên mafan tê girtin' 2021-02-06 09:12:11   COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê li gel qedexekirina çalakî û xwepêşandanên li bajêr, 12 herêm jî heta dawiya salê qedexe kiribûn. Parêzerê OHD'î Ramazan Kûrt, anî ziman ku bi van qedexeyan ser binpêkirinên mafan tê nixumandin.    Piştî qedexeya derketina li derve ya di 13'ê Adara 2016'an de li navçeya Gever a Colemêrgê hatibû îlankirin û piştî Rewşa Awarte cardin qedexe hatibûn îlankirin. Ev qedexe hîn jî li Colemêrgê didomin. Walîtiya Colemêrgê çalakî û xwepêşandanên li bajêr 15 an jî 30 rojî tim qedexe dike û herî dawî li navenda bajêr, navçeya Çelê, Gever û Şemzînanê 15 herêm heta dawiya salê qedexekiribûn.    Nûnerê Colemêrgê yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê Ramazan Kûrt, qedexeyên ku ji sala 2016'an ve didomin nirxandin.    REWŞA AWARTE DIDOME    Kûrt, destnîşan kir ku civînî xwepêşandan û meş mafine mirovî ne û ev bêyî destûra amîrên îdarî tên kirin. Kûrt, bilêv kir ku ev maf xwe dispêrên peymanên civakî û got: "Li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeya 2016'an, Rewşa Awarte hat îlankirin û bi vê re mafên bingehîn hemû hatin sînordarkirin. Mafên bingehîn û azadî li gor kêfa burokratan û hikûmetê pêk tên. Çendî ku Rewşa Awarte bi dawî bûbe jî lê belê bi awayekî fiîlî didome."    ER BINPÊKIRINÊN MAFAN TÊ GIRTIN    Kûrt, destnîşan kir ku di bin navê "têkoşîna li dijî PKK'ê" de çalakiyên aştiyane û heqiyê tên "terorîzekirin" û bi vî awayî ser binpêkirinên mafan tên nixumandin.    ÊRÎŞÊN LI SER GORISTANAN    Kûrt, anî ziman ku li deverên neqedexekirî jî esker mirovan birîndar dikin an jî dikujin û got: "Li zozanan mirovên bêsûc tên kuştin. Ji bo vê em dikarin Şeralî Derelî yê 50 metre wêdeyî mala xwe an jî Vedat Ekîncî mînak bidin. Esker û polîsên ku mirovan dikujin jî beraet dikin." Kûrt, diyar kir ku ji ber polîtîkaya bêcezatiyê êrîş zêde dibin û got: "Di demên dawî de jî goristan hedef hatin girtin. Destûra bîra civakiyî jî nadin. Nahêlin kurd ji bo miroyên xwe duayan jî bikin."    TECRÎD Û ÇARESERΠ   Kûrt, destnîşan kir ku ev xitimandin ancax bi gavine demokratîk dikarin çareser bibin û xwest rojek berî rojekê polîtîkayên şerî bi dawî bibin û daxwazên mafadr û rewa ên gelê kurd bên qebûlkirin. Kûrt, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û destnîşan kir ku heger tecrîd bê rakirin dê Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkan tevbigere.