Li gel şertên dijwar jî ew kevneşopiya koçeriyê didomînin 2021-02-06 09:09:16 ŞIRNEX – Bi hewaya sar re koçerên ku ji zozanan daketin deştê bi rojên dijwar re rûbirû ne. Koçeran anî ziman ku li dijî hemû karûbar û jiyana dijwar jî ew dixwazin kevneşopiya koçeriyê bidomînin.  Her sal li gel hatina demsala havînê koçerên ku berê xwe didin zozanên herî bilind, li gel sarbûna hewayî jî ji zozanên bilind tên li deştê bi cih dibin. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê koçerên ku li ser riya Cizîr û Nisebînê koçeriyê dikin, bi hatina zivistanê re rojên dijwar derbas dikin. Koçeran diyar kir ku ew di şert û mercên herî giran de ji bo debarê û xwedîkirinê tedikoşin û di koçeriyê de demsala herî zehmet zivistan e.    'HERÎ ZÊDE JIN DIWESTIN'   Hulya Kaymaz a ku bi salane koçeriyê dike anî ziman ku di koçeriyê de herî zêde jin zehmetiyê dikişînin û wiha axivî: "Em ji Sêrtê hatine. Beriya zivistanê li zozanan bûn. Lê li gel sarbûna hewayî me berê xwe da deştê. Ji payîzê vir ve em li vir in. Piştî ku li herêmê barînan destpê kir, zehmetiyên koçeriyê jî dest pê kirin. Em serê sibehê zû radibin, taştê didin zarokên xwe û pişt re jî em nan dipêjin. Heta êvaran em nasekinin. Heta ku zivistan xelas dibe karê me bi vî awayî didome. Lê di biharan de karê me xweş e. Ji paqijiya malê bigire heta dotina pez tev li ser milê me jinan e. Herî zêde em jin diwestin. Mêr tenê şivantiyê dikin, lê em her tiştî dikin. Ji dapir û bapîrên me heta niha em vî karî dikin, zehmetiyên wê gelek hene, lê bi rastî jî karek hêja ye. "   'DI KOÇERIYÊ DE DEMSALA HERÎ ZEHMET ZIVISTAN E'   Kaymaz anî ziman ku heger pez nebe ew nikarin debara xwe bikin û wiha domand: “Bi qasî tê bîra min em koçeriyê dikin. Lê demekî me navber da koçeriyê û me dev ji pez xwedîkirinê berda. Lê me pişt re dît ku wiha rêve naçe û me dîsa ji xwe re pez kirî û berê xwe da zozanan. Dema ku mirov karê xelkê dike zirar e. Ji ber wê jî bi salan e em vî karî dikin. Erê, raste di koçeriyê de demsala herî zehmet zivistan e, lê piştî ku  zivistan xelas dibe xweş dibe."   'HETA KU DINYA TARÎ DIBE EM DIXEBITIN'   Şivanê pez Reşît Kaymaz jî diyar kir ku di koçeriyê de bi her hatina zivistanê re ew bi zoriyan re rûbirû dimînin û got: “Demsala biharê em diçin zozanan. Li zozanan jî em 3-4 mehan dimînin. Di demsala payîzê de du mehan jî em di rê de dimînin. Lê di payîzan de koçerî ne zehmet e. Di zivistanan de jî em berê xwe didin herêma Sîlopî, Cizîr û Nisêbînê. Jiyana koçeriyê carna xweş e û carna jî tu xweşiya wê tune ye. Ji ber ku mirov di bin desthiladariya kesekî de nîne, koçerî xweş e. Lê em di şeveqê de radibin û heta dinya tarî dibe em bênavber dixebitin û ev jî yek nebaşiya wê ye. Zivistanan koçerî zehmet e, lê havînan ne zehmet e. Di zivistanan de herî, şilî heye û ji ber vê tu xweşiya wê tune ye. "   'XWEDÎKIRINA HEYWANAN PIR ZEHMET E'   Hiznî Kaymaz jî behsa zehmetiyên koçeriyê kir û wiha got: "Em ji Sêrtê hatine vir. Ji ber ku Sêrt pir germ e, havîna nayê kişandin û em berê xwe didin herêma Elkê û Colemêrgê.  Bi rastî jî xwedîkirina heywanan pir zehmet e. Her wiha heta ku em tên van deran jî em bi zoriyan re rûbirû dimînin. Zozanên van deran jî bi pirsgirêk in. Hin zozan hene zû şîn dibin û hin jî hene dereng şîn dibin. Her wiha di van salên dawî de zozan gelek biha kirine. Lê tevî hemû zor û dijwariyan jî di sedsala 21'emîn em kevneşopiya koçeriyê didomînin."    MA / Zeynep Dûrgût