Xwendekarên Hacettepeyê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê 2021-02-05 17:03:03   ENQERE - Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê diyar kirin ku ew piştevaniya berxwedana xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ya li dijî rektorê qeyûm didin dikin.    Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê, ji bo piştevaniya berxwedana xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ya li dijî rektorê qeyûm dan destpêkirin, li Zanîngeha Hacettepeyê daxuyanî da çapemeniyê. Xwendekaran di daxuyaniyê de pankarta “Em li erdê nanêrin. Zanîngeh yên me ne!” vekirin.   XWENDEKARÊN BOGAZÎÇIYÊ NE BI TENÊ NE   Xwendekaran di daxuyaniyê de diyar kir ku dê destûr nedin ku zanîngeh bibin amûrê zextê û wê berxwedana xwendekarên Bogazîçiyê dane destpêkirin wan bi tenê nahêlin. Xwendekaran bang li muxalefetê kir û wiha gotin: “Em ê heta ku hemû hevalên me yên di binçavan, hefsa malê û girtîgehan de neyên berdan, ne tenê Melîh Bûlû hemû rektorên hatin tayînkirin zanîngehên me terk nekin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”