Li Wanê di qezaya trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan 2021-02-05 16:29:57   WAN - Di qezaya trafîkê ya ku li ser rêya Wan û Elbakê pêk hat de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.    Li rêya Wan û navçeya wê Elbakê li texma Bendava Zernekê, teqsiya bi plaqeya 30 T 0026 û wesayîta bazirganiyê ya bi plaqeya 06 BDC 381 li hev qelibîn. Di encama qezaya trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn. Piştî ku bûyer hat bihîstin tîmên tenduristî, agirkûj, ÛMKE û cenderme sewqî cihê bûyerê hatin kirin û tîmên tenduristiyê mirî û birîndaran rakirin nexweşxaneyên bajêr.