OHD û TUHAY-DER: Mafên girtiyan tên binpêkirin 2021-02-05 15:32:48   AMED - OHD û TUAY-DER'ê rapora xwe ya li ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan eşkere kir. Dayikên Aştiyê di civînê de axivîn, bang li civakê kirin û gotin: "Em rabin ser piyan, bêdeng nemînin."   Rapora ku ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Amedê li ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan hat amadekirin, bi civînek çapemeniyê bi raya giştî re parve kirin.    Civîn li avahiya OHD'ê ya Amedê hat lidarxistin û xizmên girtiyan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevserokên OHD'ê yên Amedê Halîse Dakarli û Mûharrem Şahîn, rêveberiyên HDP'ê yên bajêr tevlî civînê bûn.   Rapor ji aliyê rêveberê OHD'ê yê Amedê Muhîttîn Mûgûç ve hat xwendin.   Mûgûç bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li girtîgehan dest pê kir di roja 71'emîn de ye.   Mûgûç da zanîn ku şandeyek ji Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê û rêveberên TUAY-DER'ê pêk dihat têkildarî binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan serdana girtîgehên Mêrdîn, Xarpêt, Meletî, Elbistan, Dîlok û Nîzîpê kirine û got: "Me bi girtiyan re hevdîtin kir, lê belê daxwaza me ya ji bo hevdîtina bi rêveberiya girtîgehan re bêencam ma."   Mûgûç diyar kir ku binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne û wiha domand: "Di dema pandemiyê de girtiyên siyasî bi rengekî bêhincet û kêfî nayên berdan. Mafê jiyanê, mafê azadî û ewlekariyê, mafê azadiya lêgerîna li mafê xwe tên binpêkirin."   MAFÊN TÊN BINPÊKIRIN   Mûgûç anî ziman ku bi hêdeta şewbê, aktîvîteyên civakî li girtiyan hatine qedexekirin, kelûpelên paqijiyê nadin wan.    Li gorî raporê, çend ji xalên binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan wiha ne:   "* Bi hinceta tedbîrên dijî Covîd-19 mafê girtiyan ê tedawiyê tên astengkirin. Girtiyan diyar kirin ku wan nabin revîre û doktor bi hinceta Covîdê li ber deriyê koxûşan kontrola tenduristiyê dikin.   * Ji ber hincetên gelekî biçûk, cezayên dîsîplînê li girtiyan tên birîn û di encamê de jî mafê wan ê bikaranîna telefonê û şandina nameyan tên astengkirin.   * Li Girtîgeha Akçadagê sermijartina li ser piyan li girtiyan tê ferzkirin, ji ber vê yekê jî cezayê dîsîplînê li girtiyan tê birîn, heta 1, 2 an jî 3 rojan cezayê hucreyê li girtiyan hatine birîn.   * Kincên malbat dişînin, her wiha rojname radestî girtiyan nayên kirin, tên desteserkirin.   * Li girtîgehan hemûyan ên ku li ser serlêdanê serdan tên kirin, aktîvîteyên civakî hemû hatine betalkirin. Di vê çarçoveyê de girtiyan diyar kirin ku di bin tecrîdê de ne."   TESPÎT Û YÊN DIVÊ BÊN KIRIN   Li gorî raporê, têkildarî karê divê bê kirin wiha hat gotin:   "* Têkildarî pirsgirêkên li girtîgehan divê agahî ji saziyên neteweyî û navneteweyî yên pêwendîdar re bê dayin.   * Ji bo dermankirina girtiyên nexweş divê tavilê şert û mercên guncaw bên afirandin.   * Kiryarên nebaş û êşkenceya li girtiyan tê kirin pêwîste tavilê bi dawî bibe û personelên vê yekê dikin divê bikevin ber lêpirsînê.   * Li girtîgehan divê hurmet ji mafê mehremê yê girtiyan re bê dayin. Kamerayên ku li qadên mehremê hatine bicihkirin, divê bên rakirin.   * Ji bo aktîvîteyên civakî û çandî yên girtiyan, divê derfetên pêwîst bên afirandin."   DAYIKÊN AŞTIYÊ: EM RABIN SER PIYAN, BÊDENG NEMÎNIN   Dayika Aştiyê Yesûre Tûfan jî di civînê de axivî û diyar kir ku ji ber grevên birçîbûnê ew nikarin razên û got: "Ji ber ku em dayik in, dilê me dişewite. Em nikarin razên, ku agahî ji zarokên me bê. Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyan hene. Dikevin greva birçîbûnê. Zarokên me li wir dimirin."   Tûfan bang li her kesî kir ku ji bo greva birçîbûnê bêdeng nemînin û got: "Em bang li rêxistinên civakî yên sivîl û kurdên li her çar aliyên cîhanê dikin ku rabin ser piyan."