Xwendekarên Enqerê: Çavên me wê li asîman, azadiyê be 2021-02-05 14:58:36 ENQERE - Xwendekarên bi armanca xwedîderketina Bogazîçiyê çalakî li dar xistin û bi lêdanê hatibûn binçavkirin, ev peyam dan: “Ew çiqasê bixwazin bêjin, li ber xwe binêrin jî, çavên me her tim li esman û azadiyê be.   Piştî Melîh Bûlû weke rektorê qeyûm tayînî Zanîngeha Bogazîçî hat kirin, li Enqerê dest bi çalakiyan hatibû kirin. Di çalakiya 2’yê Sibatê hat lidarxistin de, 83 xwendekar hatibûn binçavkirin. Xwendekarên hatin berdan, tiştên jiyan vegotin.   Xwendekara pola dawî ya Civaknasiyê ya Fakulteya Erdnîgarî û Dîroka Ziman Nezli Bûket Yazici, bal kişand ser awayê binçavkirin xwe û wiha axivî: “Ji bo ku gel bertek nîşan nede û çapemenî dîmenan nekişîne, polîsan em xistin çembere û heya 20 deqeyan tundî li me kirin. Çi dema ku gel bertek nîşan de, bi porê min re girtin û ez bi erdê re kaş kirim. Bi pehîn û kulman li min xistin. Dijûn ji min re kirin û ez bi lêdanê binçav kirim.  Heya nexweşxanê jî, destê me paşve kelepçekirîbûn. Dema ku me bertek nîşanî vê yekê da, em derp kirin. Diranê hevalekê me şikandin û di serde jî derp kirin. Bi awayekê kelepçekirî em birin nexweşxaneyê.”   Yazici, anî ziman ku ewê di daxwazên xwe yên bi mafdar de bi israr bin û wiha got: “Bi taybetî ji sala 2015’an ve li ser Tirkiyeyê ewrên reş û tarî digerin. Em bi hezarane, bi mîlyonane. Em ê berxwedana xwe dewam bikin.”   'LI NEXWEŞXANÊ ÎŞKENCE ZÊDETIR BÛ’   Gokçe Akgol a li Zanîngeha Enqerê Lîsansa Bilind dike jî, diyar kir ku di nava dorpêça polîsan de nêzî bîst deqeyan rastî tundiya polîsan hat û wiha bilêv kir: “Polîsan dibin çavan de bi porê min re girtin û ez bi erdê re kaş kirim. Bi paşve destê me kelepçe kirin û devdevkî em avêtin erdê. Dîsa em bi erdê re kaş kirin û xistin wesayîta binçavkirinê. Li wesayîta 12 kesî, em 16 kes siwar kirin. Îşkenceya herî mezin li nexweşxanê dest pê kir. Bi lêdanê em ji wesayîtan peya kirin û bi lêdanê jî em li wesayîtan sîwar kirin. Ji me re digotin, ‘hûnê hêza me bibînin, de îcar niha rabin li ber xwe bidin.’”   ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE DEWAM BIKIN’   Akgol, dest nîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û wiha got: “Em ê li dijî van bêmafiyan têkoşîna xwe dewam bikin. Her daîm emê li qadan bin û mafên xwe biparêzin.”   DÊ LI ESMAN MÊZE BIKIN   Xwendekarê pola dawî ya Fakulteya Erdnîgarî û Dîroka Ziman a Enqerê Mûrat Can Çoban jî, diyar kir ku çalakiyên Zanîngeha Bogazîçiyê di civakê de nav û deng da û ev peyam da: “Êdî civak teng bûye. Bi bogazîçiyê re, civakê got êdî bese. Mirov hewl didin nefes bigirin. Ji ber vê dadikevin qadan û dirûşmeyan berz dikin. Lê ji bo vê yekê jî destûr nadin. Her tişt qedexe kirine. Faşîzm ji me dixwaze ku em li ber xwe mêze bikin û li şûna şînkahiya esman, em di nava gewriyê de winda bibin. Ew çiqasê bixwazin bêjin li ber xwe mêze bikin jî, dê çavên me her tim li esman û azadiyê be. Bêyî ku em serê xwe bitewînin, em ê lêgerîna mafên xwe dewam bikin.”