Demîrtaş: Darbe li siyasetê hat kirin em û li pêşberî hiqûqê hesab bipirsin 2021-02-05 14:45:54 ENQERE – Selahattîn Demîrtaş, di danişîna doza xwe de diyar kir ku girtina hevserokên giştî û parlamenterên HDP’ê darbeya siyasî ye û ev tişt got: “Ev bi biryara DMME’yê şîroveyeke teqez e”.  Danişîna doza ku bi hinceta “heqaret” li Serozgerê Komarê yê Enqereyê Yuksel Kocaman kiriye û “tehdîtkirina kesên ku di têkoşîna li dijî terore de cih girtine” li Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hatibû vekirin, li 25’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê hat dîtin. Demîrtaş, li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû. Parlamenterên HDP’ê Erdal Aydemîr, Abdûllah Koç û Rêxistina HDP’ê ya Enqerê jî weke şopîner tevlî danişînê bûn. Piştî danişînê bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir, Demîrtaş derbarê angaştên têkildarî xwe parastin kir.    BINPÊKIRINA MAFÊ XWE BI BÎR XIST     Demîrtaş, destpêka parastina xwe de da zanîn ku danişîna beriya niha de jî amade bûye û xwestiye parastina xwe bike lê heyeta dadgehê daxwaza wî qebûl nekiriye û got ku bi vê mafê wî yê parastinê hatiye binpêkirin û ji ber ku neçar maye bi SEGBÎSÊ tevlî danişînê bûye. Demîrtaş, têkildarî gotinên xwe yên ku pê tê sûcdarkirin jî ev tişt anî ziman: “Gotinên ku ez pê têm sûcdarkirin gotinên min ên dadgehê yên parastinê ne. Li dadgehê dozger û heyeteke ji 3 kesî pêk dihat hebû. Ne dozger ne jî heyeta dadgehê tespîta sûc nekir. Kesî axaftina min nebirî.”   ‘DARBEYA SIYASÎ HAT KIRIN’   Demîrtaş, destnîşan kir ku mudaxaleyeke giran siyasî pêk hatiye û wiha got: “Ez û hevalên xwe hatin girtin. Mafê me yê hilbijartin û bijartinê me ji me hat girtin. Ev bi biryara DMME’yê jî hatiye teqezkirin. Li Tirkiyeyê mudaxaleyî hilbijartin û siyasetê hatiye kirin. Siyaset hatiye beralîkirin û Destûra Bingehîn bi awayekî aşkera hatiye binpêkirin. Darbe li siyasetê hatiye kirin. Me mudaxaleya bi destê darazayê li vîna gel qebûl nekir û em ê qebûl nekin. Divê li pêşberê hiqûqê hesab ji endamên darazê bê pirsin. Kesên ku dixwazin me bi tepisînin û parêzerên me bitirsînin şaş difikirin.”   PIŞTÎ DOZ VEKIR TEŞHÎR BÛ   Di berdewama parastina xwe de jî Demîrtaş bal kişand ser têkiliyên di navbera dozger Yuksel Kocaman û AKP’ê û bi lêv kir ku wêneyên Kocaman ên bi AKP’iyan re hene û di çapameniya herêmê de van wêneyên xwe daye bikaranîn û parastina xwe wiha domand: “Ji bo ku di çapemeniyê de derkeve Kocaman tişta ji destê wî hatiye kiriye. Min 12 salan parlamenterî kir. Li eywana dadgehê min navê wî anî ziman ev nebû nûçe, lê dema ku wî doz li min vekir bû nûçe. Wê demê hat bihîst û teşhîr bû. Wî bixwe parastinê ragihandiye. Pêşniyarên min ên ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd cuda ne. Bi axaftinê pirsgirêk tên çareserkirin. Em di wê baweriyê de ne ku PKK ji bi axaftin û qanihkirinê dikare çekan deyne. Ev dosya wiha nayê girtin. Wê ev welat rojek demokratîk bibe. Ceza min natirsîne. Ev doz jî parçeyeke kumpasa siyasî ye.    Danişîn bi parastina parêzeran didome.