Akademîsyenan carek din pişta xwe dan rektoriyê 2021-02-05 13:24:00 STENBOL - Akademîsyenên Zanîngeha Bogazîçiyê, di çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû de, carek din pişta xwe dan rektoriyê û Bûlû şermezar kirin.     Berxwedana û çalakiya nobetê ya akademîsyen û xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ya li dijî rektorê qeyûm ê AKP’î Melîh Bûlû, di roja 33’yan de dewam dike. Akademîsyenan di çalakiya xwe ya îro de, pişta xwe dan rektoriyê, tayînkirin rektorê qeyûm û Bûlû şermezar kirin.