HDP: Bêhiqûqiyên li Cizîrê pêk hatine bila bên lêkolînkirin 2021-02-05 13:04:42 ENQERE - Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê, xwestin bêhiqûqiyên di dema qedexeyên derketina derve yên li navçeya Cizîrê de ku NY’yê wek "tabloyeke nêzî qiyametê’ bi nav kiribû pêk hatine bên lêkolînkirin û Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin.   Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Şirnexê Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz, ji bo ku bêhiqûqiyên di dema qedexeyên derketina derve yên di 14’ê Kanûna 2015’an de hatibûn ragihandin de derkevin holê û bi armanca pêvajoya darizandinê bê destpêkirin bi daxwaza Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin peşniyaznameyek dan Meclîsê.   Parlementeran di pêşniyaznameyê de diyar kirin ku qedexeya derketina kolanan 79 rojan dom kiriye û bi bîr xistin ku di dema qedexeyê de 300 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.   JÊRZÊMÎNÊN HOVITIYÊ BI BÎR XISTIN    Di hinceta pêşniyaznameya ku tê gotin di qedexeya Cizîrê ya 177 welatiyên ku di jêrzemînan de bi awayekî hovîtî hatin qetilkirin de wiha tê gotin: “Ev bûyera xeternak di rapora Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ku adara 2017’an weşand de wiha derbas dibe ‘beriya ku jin, zilam û zarok ên li navçeya Cîzîra Şirnexê ji ber bomberanê bi şewatê jiyana xwe ji dest bidin, di jêrzemînan de bêav, bêxwarin, bêceyran û bêyî alîkariya tibî bigirin di jêrzêmînan de hatine sekinandin. Pişt re hemû avahî bi temamî hatin hilweşandin û delîl hatin tunekirin’.”   ‘DIVÊ BÊ LÊKOLÎNKIRIN’   Di hinceta pêşniyaznameyê ya ku bal kişand ser daxuyaniyên di deme qedexeyên derketina derve de wiha hat gotin: “Gotinên Devlet Bahçelî ên wê deme ‘Dema li Rojhilatêbaşûr bûyeran destpêkir min got rewşa awarte îlan bikin. Lê pişt re min dît ku baş e guhdariya min nekirine. Ji ber ku me digot fermandar li wê derê bi terorê re têdikoşin lê planên darbeyê dikirin. Li gel vê rayeya rewşa awarte di destê wan de hebûya dibe ku bibûya bobelat’ û Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê Efkan Ala jî gotibû ku ‘komeke ku li fermanên me guhdar nake heye’. Ev gotin pêdiviyeke ku binpêkirinên mafan ên di dema qedexeyên derketina derve de bên lêkolînkirin. Di operasyonên qedexeya derketina derve de di jêrzêmînên 3 avahiyan de nêzî 200 mirovan bi şewitandinê hatin kuştin. Ji bo van sûcan li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê gilî hat kirin. 31 dosye bi neşopandinê encam bûn. Em dixwazin ji bo ku binpêkirinên mafan ên di dema qedexeyên derketina derve de pêk hatin bên lêkolînkirin, ew koma ku Wezîrê Karên Navxweyî yê w3e demê gotibû ‘komeke ku li fermanên me guhdar nake heye’ ji kê pêk tê bê tespîtkirin û bi armanca pêvajoya darizandineke nû bê destpêkirin Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin.”