'Di 2017'an de faşîzma postalê û di 2021'an de jî faşîzma kelepçeyê' 2021-02-05 10:25:36 STENBOL - Akademîsyenê Aştiyê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, têkildarî tundiya polîsan diyar kir ku di sala 2017’an de cilên akademîk xistin bin postalên xwe û di sala 2021’an de jî deriyê zanîngehan kelepçe dikin û wiha got: "Bi tayînkirina rektorê qeyûm faşîzma sedsala 21'an pêş dixin. "    Piştî bi fermana Serokomar û Serokê AKP'ê Melîh Bulu yê AKP'î wekî rektor tayînî Zanîngeha Bogazîçî hat kirin, bertek û nerazibûnên xwendekaran zêde dibin.  Li gel çalakî û bertekên xwendekaran, akademîsyen ji tev li çalakiya li dijî rektorê qeyûm dibin. Li aliyê din partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk jî li dijî qeyûm bertekên xwe tînin ziman. Her çend gelek xwendekar hatin binçavkirin jî çalakiya xwendekaran berdewam dike. Xwendekar li pêş zanîngehan û qadan çalakiyan li dar dixin û bi biryarin çalakiyên xwe yên li dijî qeyûm berdewam bikin. Li aliyê din îqtîdar çalakiya xwendekaran wekî çalakiyên terorîstî pênase dike û tundiya polîsan û binçavkirina xwendekaran rewa dike.    Îqtîdara AKP'ê beriya qeyûm tayînî rektoriyê bike, di sala 2015-16'an de li dijî akademîsyenan operasyon li dar xistibûn. Hezar û 128 akademîsyenên ku danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kiribûn bûbûn hedefa îqtîdara AKP'ê. Bi fermana îqtîdarê der barê akademîsyenan de doz hatin vekirin. Gelek akademîsyen bêyî doz bi encam bibe hatin îxrackirin.    POLÎSAN CUBEYÊN AKADEMÎSYENAN XISTIN BIN POSTALAN    Akademîsyen û hîndekarên li dijî polîtîkya AKP'ê ya perwerdehiyê derketin di 8'ê Sibata 2017’an de li Enqere kom bûn û bi cubeyên xwe polîtîkayên AKP'ê şermezar kirin. Lê polîsan êrîşî akademîsyenan kiribûn û cubeyên akademîsyenan xistibûn bin postalên xwe. Piştî wê Enternasyonaliya Perwerdehiyê ya li Brukselê ku ji 179 welatan 32 milyon endamê wê yê hîndekar hene, 8'ê Sibatê wekî "Roja Azadiya Akademîk a Cîhanê" îlan kirin.    KELEPÇE LI DERÎ XISTIN     Palîsan di sala 2017'an de li Enqereyê cubeyên hîndekaran xistin bin pî û postalên xwe. Niha jî kelepçe li deriyê Zanîngeha Bogaziçî xistin. Xwendekar kelepçe kirin û binçav kirin. Akademîsyenê tev li kampanya "Em nabin şirîkê vîe sûcî" Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, têkildarî polîtîkayên dewletê yên ku çalakiyên xwendekaran terorîze dike nirxandin kir.   Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, anî ziman ku di wextê de zêde li zanîngehan xwedî derneketin û wiha got: "Tayînkirina rekdorê qeyûm tenê bi zanîngehan ne bi sînor e. Ji ber îqtîdara AKP'ê nikare dewletê bi rêve bibe serî li vê rêbazê dide. Mînaka vê yekê jî tayînkirina qeyûman a Şaredariyên HDP'ê ye. Dema qeyûm tayînî şaredariyan kir, partiyên muxalif û hevparên wê ev yek ferq nekirin. An jî nexwestin ferq bikin. Piştî darbeyaeskerî ya 15'ê Tîrmehê îqtîdarê OHAL û zanîngeh xist rojeva xwe. Wê demê me bi danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" bertekên xwe anîn ziman. Li ser vê yekê em hatin îxrackirin û pêvajoyek nû li zanîngehan hat destpêkirin. Nêzî 4 salan darizandina vê yekê pêk hat. Civata  akademîk a Zanîngehên Tirkiyeyê zêde ked nedan vê yekê. Em di pêvajoya OHAL'ê de li zanîngehan xwedî derneketin. Ji ber em li zanîngehan xwedi derneketin, îqtîdara AKP'ê di rêziknameya YOK'ê de gelek guhertin çêkir. Li aliyekî akademîsyen îxrac kirin, li aliyê din mirovên xwe wekî qeyûm tayîn kirin. heman tişt li dijî şaredayiyên HDP'ê jî pêk anîn.  Qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê kirin. "      DI SALA 2017'AN DE BI POSTANAL Û DI SALA 2021'AN DE BI KELEPÇEYAN    Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, destnîşan kir ku di sala 2017’an de cilên akademîk xistin bin postalên xwe û di sala 2021’an de jî deriyê zanîngehan kelepçe dikin û wiha got: "Ev du nêzîkatî, helwesta îqtîdarê ya li dijî zanîngeh, akademî û azadiya akademikê nîşan dide. Niha rayedarên îqtîdarê dixwaze çalakiya xwendekaran terorîze bike. Bi vê yekê êrîşa polisan rewa dike. Wan wekî ên din nîşan dide û dike hedef. Ev rewşek pir talûke ye. Em di pêvajoyek ku aliyekî wê ronî aliyekî wê tarî de derbas dibin." Hamzaoglu, kelepçekirina zanîngeha Bogazîçî wekî “Faşîzma sedsala 21’an" pênase kir û wiha bi dawî kir: "Îro li vî welatî qanûndanîn, rêveberin û daraz tev bûne yek. Hemû raye û erk di destekî de kom bûne. Mekanîzmayê hesabpirsînê ji holê rabûn. Azadiya ramanê bi dawî bû."    MA / Nacî Kaya