Ozsoy: CPT'î wê şopdarê Îmraliyê be 2021-02-05 10:14:22 ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy ê di dema civîna li Ewropayê de bi rayedarên CPT re hevdîtin kiribû, anî ziman ku wan têkildarî rewşa Girava Îmraliyê, bi rayedarên payebilind ên CPT’ê re hevdîtin kirin û got: “Rayedaran ji me re gotin, ew ê şopdarê pêvajoyê bin.” Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hişyar Ozsoy û Feleknas Ûca beşdarî civîna di navbera 25 û 29’ê Çileyê li Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê hat lidarxistin bûn. Civîn li bajarê Strasbourg a Fransayê hat lidarixstin. Wekîlên HDP’ê di dema civînê de hevdîtin bi Sekretera Giştî yê Konseya Ewropa (AK) Marîja Pejcînovîc Bûrîc, Serokê Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropa (AKPM) Rik Daems, Sekreterê Giştî yê Komîteya Serokên Konseya Ewropayê Bjorn Berge, Serokê Koma Lîberal Jacqûes Maîre û Serokê Koma Sosyalîst Frank Schwabe re kirin.    Parlamenterên HDP’ê di heman demê de, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Girava Îmraliyê dewam dikin, bi rayedarên payebilind ên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) hevdîtin kirin. Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Hişyar Ozsoy, derbarê hevdîtin kiribûn de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    Ozsoy, diyar kir ku ji ber pandemiyê wan bi telefonê bi rayedarên CPT’ê re hevdîtin kirin û wiha got: “Me derbarê tecrîda li Îmraliyê û greva birçîbûnê ya di girtîgehan de ji nû ve dest pê kir de, ew agahdar kirin. Ji ber ku şandeya CPT’ê hat Tirkiyeyê û neçû Îmraliyê me ew rexne kirin. Wan jî ji me re gotin, ‘Me berê jî li ser Îmraliyê tespîtên kirine hene. Rapora me ya derbarê vê de amadeye. Em derbarê tecrîd, Îmralî û grevên birçîbûnê de, bi rayedarên hikumetê yên paye bilind re hevdîtin kirin.’”   PÊŞNIYARÊN CPT’IYÊ   Ozsoy, bal kişand ser daxuyaniya CPT’ê ya piştî serdana Tirkiyeyê da bû û wiha bilêv kir: “Berê ne dikirin. Lê vê carê daxuyanî dan. Gotin ku wan derbarê Îmraliyê de hin hevdîtin kirine. CPT’ê di raporên xwe yên berê de jî, her tim gotiye ku tecrîd awayê îşkenceyê, binpêkirina mafên hiqûqî yên navneteweyî ye û divê bê rakirin. Biryarên CPT’iyê hene. Li pişt biryarên CPT’iyê jî vîna Meclîsa Parlamenteraya Konseya Ewropayê heye. Divê pêşniyarên CPT’î yên derbarê Îmraliyê de bên bi cih anîn. Ji xwe Konseya Ewropayê jî daxwaz dike ku biryarên CPT’iyê bên bi cih anîn.”   Ozsoy, derbarê hevdîtina bi rayedarên CPT’iyê re kirin de jî, ev yek got: “Rayedarên CPT’iyê  ji me re gotin, wan ev hemû mijar bi rayedarên Tirkiyeyê re parve kirine, dê van ragihandinê xwe dewam bikin û ew ê poşdarê tiştên li Îmraliyê tên jiyîn bin.”     BIRYARA DEMÎRTAŞ A DMME’YÊ    Ozsoy, diyar kir ku wan derbarê biryara Demîrtaş a DMME’yê de jî, hevdîtin kirin û wiha dewam kir: “Tirkiye li aliyekê dibêje ew ê reforman pêk bîne, lê li aliyê din jî, biryara DMME’yê bi cih nayîne. Di Lijneya Giştî ya Meclîsa Parlamenteriya Konseya Ewropayê de, li ser biryara Demîrtaş nîqaş çêbû. Ji bo Kavala jî, berê biryar hatibû dayîn. Lê ew jî hîna nehatiye berdan. Dozê Kavala û Demîrtaş wê bên rojevê. Di doza Kavala de dibe ku roj bidin Tirkiyeyê. Di Komîteya Wezîran de jî wê cara yekemîn doza Demîrtaş bê rojevê.”   SERDANA ÇAVÛŞOGLÛ   Ozsoy, bal kişand ser hevdîtinên Wezîrê Karên Derve yên Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû yên bi Konseya Yekitiya Ewropayê re û wiha pê de çû: “Gotinên ku hikumet dixwaze têkiliyên xwe yên bi Ewropayê re sererast bike hene. Her kes li bendê bû ku di meha Adarê de li dijî Tirkiyeyê pêkanînên cîdî bikevin pratîkê. Lê Erdogan daxuyaniyên ku ew ê berê xwe bidin Ewropayê dan. Got ku, ‘Em ê pêşeroja xwe ya bi Yekitiya Ewropayê re biparêzin.’ Ewropa bi awayekê dixwaze, Tirkiyê bi Yûnanîstanê re li ser masekeyê bigire. Ji bo meseleya penaberan, divê ku li ser heman maseyî bimînin. Ji her du aliyan ve peyamên nerim hene. Lê divê ev yek neyê jibîr kirin, ger her du alî jî peyamên nerim didin, wê demê zanibin ku pirsgirêk pir mezine. Her du alî dixwazin pêvajoyê dirêj bikin. Aboriya Tirkiyeyê bi pirsgirêkê. Di nava krîzê de ye. Ji ber vê ew hêza wê tuneye ku danekirinên li ser xwe rake. Ji ber vê niha bi awayekê taktîkî gav davêje. Ewropa di ferqa vê de ye, lê vê rewşê veguherîne firsedeke. Dixwaze hin tiştan bi Tirkiyeyê bide qebûl kirin.”   MA / Berîvan Altan