Polîsên Enqereyê mexdûrê KHK'ê Konûk bi awayekî kêfî asteng dikin 2021-02-05 09:07:15 ENQERE - Parêzvanên mafên mirovan Mahmût Konûk ê bi KHK'ê hatiye îxrackirin, anî ziman ku di çalakiyan de bi gef û heqaretên polîsan re rû bi rû dimîne û bi awayekî kêfî tê astengkirin.  Mahmût Konûk ê (64) bi KHK'yê hatiye îxrackirin ji bo karê xwe li Kolana Yukselê di 4 salan de bi sedan çalakî Kli dar xistine û gelek caran hatiye binçavkirin û cezayê pereyî lê hatiye birîn. Konûk hîn jî bi pêkanînên bêhiqûqî re rû bi rû dimîne. Li Enqereyê pirî caran çalakiyên demokratîk tên astengkirin. Lê belê di çalakiyên nayên astengkirin de jî beşdarbûna Konûk a ji bo van çalakiyan bi awayekî kêfî tê astengkirin.    Konûk, di 22'yê Tebaxa 2020'an de ji ber çalakiyên xwe yên "ez karê xwe dixwazim" hatibû girtin û di 9'ê Kanûna 2020'î de di danişîna ewil de hatibû berdan. Lê belê piştî hat berdan vê carê polîs nahêlin tevli çalakiyan bibe û gef lê tên xwarin û heqaret li wan tê kirin û bi darê zorê ji qada çalakiyan tê dûrxistin.    MAFÊ MIN Ê DEMOKRATÎK E    Konûk, diyar kir ku çalakiyên demokratîk ku her kes dikare tevli wan bibe, tenê beşdarûyîna min bi awayekî "kêfî" tê qedxekirin. Konûk, bilêv kir ku di çalakiyan de bi nêzîkatiyeke cuda re rû bi rû dimîne. Konûk, destnîşan kir ku beşdarbûna çalakiyan mafê wî yê demokratîk e.    ‘10 POLÎS XWE DAVÊJIN SER MIN'    Konûk got: "Çalakiyeke biçûk bixwe jî tamûl nakin. Di çalakiyan de şewb dikin hincet. Ez maskeya xwe didim ber devê xwe û mesafeya fizîkî esas digirim, lê cardin jî 10 polîs xwe davêjin ser min û min binçav dikin."    Konûk, destnîşan kir ku îqtidar hiqûqê binpê dike û got: "Siyasetmedarên HDP'î ji ber ku serî natewînin tên girtin. Qeyûman tayinî şaredariyên HDP'î dikin. Ev feraset, feraseta îtihat terakiyê ye. Peymana wan a tirkîtiyê heye. Li vî welatî ne qanûna bingehîn, pîvanên nenivîskî hene û welat bi van pîvanan tê birêvebirin."    ‘DIVÊ HER KES BIBÊJE BES E'    Konûk, bang li her kesên tahde li wan tê kirin kir û xwest mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. Konûk got: "Îqtidar bi vê cihêkariyê qanûnên xwe jî binpê dike. Ez ê serê neteweînim, ez ê mafên xwe yên demokratîk bi kar bînim. Heya ji dest min bê ez ê li her derî mafên xwe yên demokratîk bi kar bînim. Ev zilm û zorbetî ancax bi vî awayî dikare biqede.Divê her kes li ber vê zilmê rabe û bibêje bes e."