ATK: Tespîtkirina çeka ku Yildirim pê hatiye kuştin, di warê tibî de ne pêkan e 2021-02-05 09:07:12 AMED - Dadgehê ji bo kuştina Medenî Yildirim ji ATK'ê xwestibû bê ka bi çeka bîksiyê hatiye kuştin an na, lê belê ATK'ê di rapora xwe de diyar kiriye ku tespîtkirina vê ne pêkan e û ji bo ji bo zelalbûna vê û ronîkirina bûyerê vekolana edlî divê.  Medenî Yildirim, di 28'ê Hezîrana 2013'an de li gundê Hêzan a Licêya Amedê, di dema protestotkirina çêkirina qaleqolê de bi guleya eskeran jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber vê derbarê esker Adem Çîftçî de doz hatibû kirin û hatibû xwestin 18 sal ceza li Çîftçî bê birîn.    Dadgehê di danişîna dozê de doza rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) kiribû. Rapora ATK'ê jî daxilî nav dosyeyê bû.    PÊZAN ÎŞARET BI ÇEKA BÎKSÎYÊ KIR   Piştî ku biryara beraetê ya Çîftçî li Dadgeha Îstinafê hat xerakirin, doz cardin li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê dest pê kir. Di doza jinûve de pêzaniyê îşaret bi çeka bîksiyê kir û ji ber vê dadgehê jî ji ATK'ê xwest bê ka Yildirim bi çeka bîksiyê hatiye kuştin an na.    'BILA BI VEKOLANA EDLÎ BÊ RONÎKIRIN'    Piştî vê Desteya Îhtisasê ya TIba Edlî ya 1'emîn raporek amade kir. ATK'ê di rapora xwe de diyar kiriye ku tespîtkirina vê ne pêkan e û ji bo ji bo zelalbûna vê û ronîkirina bûyerê vekolana edlî divê.   MA / Mehmet Şah Orûç