Meclîsa Tenduristiyê ya HDK'ê: Tecrîdê bi dawî bikin girtîgehan vala bikin 2021-02-04 13:13:39 STENBOL - Meclîsa Tenduristiyê ya HDK'ê têkildarî rewşa girtîgehan li ser medya civakî daxuyanî da. Meclîsê xwest tecrîd bi dawî bibe û hûm girtîgeh bên valakirin.    Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtîgehan daxuyanî da. Meclîsê anî ziman ku bi hinceta pandemiya Covid-19 barê penaber, xizan û karkeran bêtir giran bûye û wiha got: "Şert û mercên jiyanê yên girtiyan bêtir giran bûye. Bi şewbê re binpêkirina mafan bêtir zêdê bûye. Pêkanînên dijdemokratîk, otoriter û faşizan bêtir zêde bûne.    Meclîsê anî ziman ku CPT'ê û Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ji bo li girtîgehan binpêkirina mafan kêm bibe bang li rayedarên Tirkiyeyê kiriney, lê heta niha tu gav nehatiye avêtin. Wakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di rapora 28-30'ê mijdarê de der barê girtîgeha Îmraliyê û girtîgehên din de xwest tecrîd û binpêkirina mafan bi dawî bibe. Girtiyan di 27'ê Mijdarê de dest bi çalakiya gireva birçîbune kirine.    DAXWAZÊN XWE RÊZ KIRIN   Meclîsa Tenduristiyê ya HDK'ê daxwazên xwe wiha rêz kirin.    “*Divê bi lez binpêkirina mafan û tecrîd bi dawî bibe.    * Eger li girtîgehê girtî jiyana xwe ji dest bidin û zerar bigêje girtiyan Wezareta Dadê û îqtîdar berpirsiyar e.    * Divê der barê kesên li dijî hiqûqê tev digerin de bi lez lêpirsîn bên destpêkirin.    * Divê mafê di zagon û destûra bingehîn de heye ji bo hemû girtiyan wek hev têxin meriyetê.    * Divê ewil girtiyên nexweş û mezin ên di koma rîskê de bên berdan. Dîsa kesên ji ber ramazên xwe girtî ne bên berdan.    * Divê girtiyên nehatibin cezakirin bên berdan. Divê hemû girtîgeh bên valakirin û tecrîd bi dawî bibe."