Îdiayên îşkenceya li Licê di rojeva Meclîsê de ne 2021-02-04 12:31:20   AMED - Parlementera HDP’ê Remziye Tosûn îdiayên ku di dema operasyona eskerî ya li Licê de îşkence li gundiyan hatiye kirin ji Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû pirsî.   Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosûn îdiayên ku di dema operasyona eskerî ya li navçeya Licê ya Amedê de îşkence li gundiyan hatiye kirin, bir rojeva Meclîsê û xwest Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû pirsên derbarê vê îdiayê de bibersivîne. Tosûn, bi bîr xist ku di 9’ê çileyê de li çoltera Licê di pevçûnekê de leşkerekî jiyana xwe ji dest dabû û 3 leşker jî birîndar bûbûn. Tosûn diyar kir ku piştî pevçûnê ya ewil di 11’ê çile ya duyem jî di 20’ê çileyê de bi navê “Eren-2 Narko-teror tirpan” operasyon hatiye destpêkirin. Tosûn anî ziman ku welatiyên li herêmê dijîn diyar kirine ku dema operasyonê de di serdegirtinên malan de deriyên wan hatine şikandin, heqaret li wan hatiye kirin, di bin navê axaftinê de xwestine bi darê zorê îfadeyên wan bê girtin. Tosûn da zanîn ku welatî bi zextên psîkolojîk re jî rûbirû mane û wiha got: “Hêzên ewlehiyê yên tevlî operasyonê bûne bi gotinên 'Hûn ê ji vir biçin, vî welatî terk bikin' gef li xelkê Licê xwarine. Ev yek di çapemeniyê de jî cih girt. Li gel vê yekê welatiyekî nexweşiya dil û zatûre pêre heye, di serdegirtina malê de bi awayekî nîv tazî destên wî bi pahtika wî ve li ser çokên xwe li derve ser betonê hatiye sekinandin. Ev binpêkirina mafê mirovan e.”   PIRSÊN JI WEZÎR RE   Tosûn ji Soylû van pirsan kir:   “* Wezareta we ji beyanên îşkenceyê û binpêkirinên mafan agahdar e gelo? Derbarê ve yêkê de wê tu kirarî bên destpêkirin?   * Têkildarî terorîzekirina welatiyên li Licê di bin navê ‘narkotîkê’ de û beyanên îşkence, gef û heqareta hêzên ewlehiyê dê Wezareta we tu daxuyaniyan bide?   * Divê li dijî binpêkirinên mafan û îşkenceyê li gorî qanûnan tevbigerin. Derbarê vê yekê de tu xebatên we hene? Xebateke wezareta we ku hêzên ewlehiyê li gorî qanûnan tevbigerin heye?   * Hejmara binpêkirinên mafan ên ku hêzên ewlehiyê bûne sebebê wan çendin? Li gorî salan derbarê çend hêzên ewlehiyê de ji ber îşkence, derp, mûameleya nebaş gilî hatiye kirin?