Bavê ku kurê wî tevlî DAIŞ’ê bû: Derbasî Tirkiyeyê bûye, dibe ku erişa xwekujiyê pêk bîne 2021-02-04 11:52:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Fatîh Dag ku bi salane ketiye pey şopa kurê xwe Ahmet Arîf Dag ê tevlî DAIŞ’ê bûye diyar kir ku agahiyên ku kurê wî derbasî Tirkiyeyê bûye bi dest xistine. Dag, bi fikar e ku lawê wî êrişa xwekujiyê pêk bîne.   Fatîh Dag ê 46 salî ku li Çewlikê dijî, ji 3 salan zêdetire li kurê xwe yê tevlî DAÎŞ’ê bûye digere. Ahmet Arîf Dag ku di sala 2018’an bi gotina “ez diçim seyranê” ji malê derket û êdî venegerî malê, bi çar hevalên xwe ve tevlî DAIŞ’ê bû. Dag ku ji wê rojê ve lawê xwe digere û deriyek nameye ku lêbixe, bi hewldanên xwe di demekî nêzîk de agahiyên ku kurê wî derbasî Tirkiyeyê bûye bi dest xistine. Dag bi fikar e ku lawê wî êrişa xwekujiyê pêk bîne. Dag, endamên DAÎŞ’ê çawa mejiyê lawê wî şuştine û hewldana xwe ya bi salan vegot.   CIL Û BERGÊN WÎ HATIN GUHERTIN   Dag anî ziman ku lawê wî di sala 2013’yan de li Çewlikê ji lîseya pîşe û bazirganiyê mezûn bûye û wiha got: “Ji bo ku kurê min stajê bibîne me şand cem xizmê me F.D.’yê karê kompîtûrê dike. Piştî ku li cem vî kesî staj dît me ferq kir ku di cil û bergên wî û fikrên wî de guhertin çêbûye. Me di vê mijarê de gelek caran ew hişyar kir lê her tim ji me re digot ‘hûn kafir in’. Piştî demekê jî diçû Islah-Der’a li Beşyola Çewligê.” Dag da zanîn ku weke wan bi sedan malbatan giliyê van komeleyên ku mejiyê ciwanan dişon û ji DAIŞ’ê re dişinîn kirine û wiha axivî: “Ji ber têkildarî van komeleyan tu kirarî nehatin kirin li gel astengkirina me jî dîsa kurê min diçû û dihat vê komeleyê. Piştî demekê kurê min di sala 2017’an de hat girtin û 2 mehan di Girtîgeha Çewligê de ma."    GOTIN ‘DI GIRTÎGEHÊ DE BIGIRIN’   Dag diyar kir ku ji ber guhertina kurê xwe bi fikar bûn, çûn bi dozger re axivîn ku kurê wî di girtîgehê de bê girtin û wiha berdewam kir: “Piştî ku kurê min ji girtîgehê hat berdan ez pê re axivîm. Ji min re got ‘min êdî zanî ka ev kî ne, ez êdî naçim cem wan'. Lê me xapand. Di 28’ê îlona 2017’an ji holê winda bû.”   KET PEY KURÊ XWE   Dag destnîşan kir piştî ku kurê wî winda bû li wî û hevalê wî Cîhat Yilmaz geriya lê li gel telefona her du kesan lê dixist jî tu bersiv negirtin û got: “Piştî ku bersiv nedan telefonên xwe ez çûm cem hevalê wan yê bi navê Abdulazîz. Wî jî got ‘3-4 rojan bisekine wê derkeve holê ka sînor derbaskirine an derbasnekirine’. Pişt re ez çûm Miduriyeta Polîsan a Çewligê. Li Şaxa TEM’ê ya maseya DAIŞ’ê rewşa kurê xwe ji wan re vegot. Li gel ku min ji wan re got telefona kurê min lê dixe jî ne ketin pey sînyala telefonê ne jî tiştekî din kirin. Min serî li dozgeriyê da dîsa tu encam bi dest nexist. Piştî ku min fêm kir lawê xwe bi vî şiklî nabînim ez bi hewldanên xwe ketim pey şopa kurê xwe.”   DI RÊXISTINÊN HUCREYÊ DE DERKET   Dag anî ziman ku dema li pey şopa kurê xwe digeriya bi hin malbatên din yên zarokên wan tevlî DAIŞ’ê bûn nas kirin û wiha domand: “Bi wan malbatan re em ketin nava dan û standina agahiyan. Dîsa min hewl da ku xwe bigihînim kesên li Çewligê tevlî DAÎŞ û El Nûsrayê bûne ku agahiyan ji wan bigirim. Di vê navberê de ez hîn bûm ku kurê min di nav rêxistina hucreyê de ye. Helbet ewil min nezanî ev tê çi wateyê. Hêdî hêdî hîn bûm ku rêxistinên hucreyê ew tîmên ku êrişên xwekujiyê dikinin. Van kesan ji kesên ji heman rêxistinê jî vedişêrin.”   DU CARAN PÊ RE KET TÊKILIYÊ   Dag destnîşan kir ku bi kurê xwe yê ketiye pey şopa wî re, cara ewil di 23'yê nîsana 2018’an de li ser Facebookê pê re ketiyê têkiliyê û wiha got: “Ez li bendê bûm ku kurê min bêje ez poşman im lê min dêna xwe dayê ku nêrînên xwe bi min dide qanihkirin. Piştî vê têkçûna xeyala min a qanihkirinê heta 6 mehan min bi tu awayî bi kurê xwe re têkilî nedanîn. Di kanûna 2018’an de careke din bi Facebookê bi wî re ketim têkiliyê. Ji min re got zewicî ye û wê zarokekî wan çêbibe. Min jî got piştî ku zewicî be nabe êrişkarekî xwekuj. Pişt re bi temamî têkiliyên me qût bûn.”   HAT TIRKIYEYÊ Û ÇÛ   Dag da zanîn ku beriya salek û nîvan dema li kurê xwe digeriya, bi kesên ku xwe wek “îstîxbarat” bi nav dikirin, ên xwe gihandina hevjîna wî ya ku bi hevre najîn re hevdîtinek kiriye û wiha domand: “Muhtemelen ji ber van kesan şopa kurê min winda kirine xwestine agahiyê ji me bigirin. Wan kesan got ‘herî dawî kurê we li Idlîbê hatiye dîtin lê me zewicandina piştrast nekir. Dibe ku we xapandibe’. Pişt re di encama lêkolînên min de hîn bûm ku kurê min di nîsana 2020’an de hatiye Tirkiyeyê û dîsa vegeriyaye cihê xwe. Xwestine bi ser navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê re biçin lê nikaribûne biçin, li ser vê yekê di ser Hatayê de derbasî Idlîbê bûne. Piştî demekê li wir mane derbasî cihekî bi navê ‘El Bûkemal’ ê di sînorê Suriyeyê û Iraqê de bûne.”   ‘EZ DITIRSIM KU XWE BI TEQÎNE'    Dag diyar kir ku lêgerînên xwe didomîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di demekî nêzîk de min agahiya ku kurê min careke din hatiye Tirkiyeyê bi dest xist. Kurê min di nava rêxistineke hov de cih digire. Ez bi fikar im ku kurê min li cihekî çalakiya xwekujiyê pêk bîne û zirarê bide sivîlan. Bi vê fikarê dixwazim dengê min bê bihîstin. Jiyan diyarî mirovan hatiye kirin. Mafê tu kesê tune ku vê ji mirovan bigire. Min vê gelek caran ji kurê xwe re jî got. Ez pê ne bawerim ku tiştekî wisa bike lê dîsa jî li gorî agahiyên min bi dest xistine fikarên min zêde bûne. Ez dizanim ku min kurê xwe ji aliyê zihnî ve winda kiriye lê dema êrişeke xwekujiyê pêk bîne, hin kesan bikuje ez ê aciz bibim. Ji bo ku ji vê yekê re bibim asteng tişta ji destê min tê dikim. Em bê çare ne. Gelek malbatên weke min bê çare hene.”   MA / Omer Çelik