Deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojava de hate girtin 2021-02-04 11:38:06   NAVENDA NÛÇEYAN – Rêveberiya Pêşxabûrê ku Deriyê Sînor ê Sêmalka yê di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê bi rê ve dibe, ragihand ku îro derî bê girtin û heta fermaneke cuda wê girtî bimîne.   Deriyê Sînor ê Sêmalka yê di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê hate girtin. Rêveberiya Pêşxabûrê ku derî bi rê ve dibe têkildarî girtina derî ev daxuyanî da: “Deriyê Sînor ê Sêmalka ji 04.02.2021'ê roja Pêncşemê û pê ve wê bi temamî bê girtin. Çûn û hatin heta fermaneke din wê bê rawestandin, em hêvîdar in ku gelê me wê li gorî biryara hatiye wergirtin tevbigere.”   Li gorî agahiyên ku çapameniya başûr ji rêveberiya derî girtine, ji ber pirsgirêkên teknîkî derî hatiye girtin û heta çend rojan derî girtî bimîne û piştî çareserkirina pergala elektronîk dê derî dîsa vebibe.