Nifûsa Tirkiyeyê hat aşkerekirin 2021-02-04 11:15:23   ENQERE - Li gorî danayên TUÎK’ê, nifûsa Tirkiyeyê li gorî par 459 hezar û 365 kes zêde bûne. Bi vî awayî nifûsa Tirkiyeyê bû 83 mîlyon, 614 hezar û 462 kes.   Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), encama pergala qeydên nifûsa li gorî adresê aşkere kir. Li gorî danayên TUÎK’ê, nifûsa Tirkiyeyê li gorî sala derbasbûyî, 459 hezar û 365 kes zêde bû. Bi vî awayî nifûsa Tirkiyeyê bû 83 mîlyon, 614 hezar û 362 kes.    Li gorî vê yekê nifûsa zilaman bû 41 mîlyon, 915 hezar û 985 kes û ya jinan jî bû 41 mîlyon, 698 hezar û 377 kes.