Ên nelirêtî kirin: Me ji bo dewletê kir 2021-02-04 11:13:20   MÊRDÎN - 1'emîn danişîna doza 7 jê girtî 14 bersûcên di serdema Qeyûmê Mêrdînê û Waliyê Mêrdîn ê Berê Mustafa Yaman de nelirêtî kirin, pêk hat. Di danişînê de kesên ji ber nelirêtiyê tên darizandin parastin kirin û gotin: "Me ji bo dewlete kir."    Waliyê Mêrdîne Mustafa Yaman di îlona 2016'an de wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû kirin. Di serdema Qeyûm/Walî yê Şaredariya Mêrdînê Mustafa Yaman de gelek nelirêtî hatibû kirin. Ji ber rant, bertîl, fesadiya îhaleyan, xapandin û zimmetê 7 jê girtî der barê 14 kesan de doz hatibû vekirin. 1'emîn danişîna doza 14 kesan li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Di nava kesên girtî tên darizandin de Xwarziyê Walî Yaman Yunus Emre Akça, Rêveberê Şaredariyê Berkehan Aslan, Mehmet Derviş Duzgoren, midûrê yekîneya şaredariyê polîs Ercan Uysaler ku ji ber sucê zayendî 11 sal ceza lê hatibû birîn, kesên bi navê Adnan Yuksel, Ahmet Acay û Turaç Altaş hene. Di nava 14 kesên tên darizandin de Midûrê Nivîsaka Taybet û şêwirmendê Wekîlê AKP'ê Halil Etyemez Cengiz Ergul, Şewirmendê Walî Yaman Bulent Erdolu, Midûrê Kent AŞ. û Midûrê DEDAŞ'a Mêrdînê Mehmet Bulut, Serokê DAîreya Rêyên Bejayî Sinan Yildirim, Berpirsiyarê kîrakirina maşîneyan a Şaredariyê Şeyhmus Demîr, Muşavîrê Malî Erdogan Girgin û Songul Kiliç a tê îdeakirin ku xebatkara qadê ya MÎT'ê heye.    Danişîna dozê ji ber salona 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê biçûk bû, li salona 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê pêk hat. Hin bersûcê girtî li salona danişînê amade bûn, hin jî bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişênê bûn. Dîsa hin bersûcên serbest tên darizandin jî bi rêya SEGBİS'ê tev li danişînê bûn. Danişîna dozê dê 3 rojan bidome. Piştî nav hatin xwendin danişîna dozê bi parastina bersûc û Midûrê Giştî yê Kent. AŞ, Midûrê DEDAŞ'ê ya Mêrdînê Mehmet Bulut dest pê kir.    Rojnameger û Nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Ahmet Kanbal ku xwest danişînê bişopîne hilnegirtin salonê. Dema Kanbal ev yek îtîraz kir, "Vîrûsa Covît-19" hincet nîşan da. Li gorî agahiyên der barê danişînê de serokê dadgehê der barê bersûc Bulent Erdolu yê ku bêyî hincet nîşan bide beşdarî danişîna dozê nebû, biryar da ku di danişinek din de jî amade nebe bê girtin û bi zorê bînin salonê da. Bersûc Mehmet Bulut, parastin kir û got: "Ez bi daxwaza xwe nehatim ser vî karî. Ez bi fermana Qeyûm Mustafa Yaman hatim erkdarkirin. Piştî HDP hat ser kar, hemû hevalên me meaşên xwe girtin. Me qurişek dewletê nexwariye. Ji ber karê xwe ez bi hemû çotkar û rençberan re pirsgirêkê dijîm.    Dema heyeta dadgehê pirsa "Di karê peyzajê yê şaredariyê de 389 hezar tl daye fîrmayekê?" pirsî, Bulut got “Wê demê bi fermana Mustafa Yaman me 30 mehan karê muhtelîf kir. Karê peyzajê dan operasyonên der sînor. Taqimên rûniştinê û bank dan çêkirin. Dîsa bi fermana qeyûm hin karên Wezareta Parastinê û TSK bi pereyên şaredariyê hatin kirin. Di sala 2019'an de piştî me dît ku dê HDP şaredariyê qesenç bike me pere dan.    Heyetê dîsa pereyên bê rêbaz ji hesabê şaredariyê hatine razandin pirsî. Bulut, anî ziman pere kişandin, lê li şûna wan mufettişan her tişt tev li hev kirin û wiha got: "Dema mezinên dewletê dihatin me ew pere xerç dikirin.    Bulut, têkildarî pereyên di serdema hilbijartinê de hatin xerçkirin jî ev parastin kir: “Beriya hilbijartinê gelek rê hatin çêkirin. Me bi fermana Mustafa Yaman ev kar kir. Me Walî beg wekî Dewlet dît. Wî çi got me jî kir."    ‘ME JI BO DEWLETÊ KIR'    Xwarziyê Walî Yaman Yunus Emre Akça jî parastin kir û got: "Hemû kesên der barê min de îfade dane têkiliya wan û PKK'ê bi hev heye. Ez ji bo dewletê dixebitim. Kesên dun ji bo bi Walî Yaman re wêne bikişînin ketibûn pêşbirgê îro li salonê tune ne. Kesên di vê dozê de tên darizandin ji bo dewletê xebitîn e.    Danişîna dozê didome.