Orûç beraet kir 2021-02-03 17:10:33   AMED - Hulya Orûç a ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî dihat darizandin, beraet kir.   Hevjîna Azîz Orûç ê rojnamevan ku di 11’ê Kanûna 2019’an de li navçeya Bazîda Agiriyê hat girtin û piştî 10 mehan ji Girtîgeha Panosê ya Agiriyê ya Tîpa L hat berdan, Hulya Orûç, ji ber parvekirinên medya civakî bi idiaya “Bi eşkereyî nav li xelkê daye ku dijminî û kînê bikin” doz lê hativû vekirin û dihat darizandin. Danişîna biryarê ya doza Orûç, li 5’emîn Dadgeha Asliyeyê ya Amedê hat dîtin. Orûç, tevlî danişînê nebû lê parêzera wê Mehtap Seyhat Kilinç di danişînê de amade bû. Dozger biryara xwe pêşkêşî şandeya dadgehê kir û diyar kir ku parvekirinên Orûç sûcê “propagandaya rêxistinê” nîne û daxwaza beraeta wê kir. Parêzer Kilinç jî diyar kir ku tevlî biryara dozger dibe û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir. Şandeya Dadgehê jî da zanîn ku parvekirinên Orûçê ne sûc in û derbarê wê de biryara beraetê da.