Şahidê doza Dînk: Berpirsiyarê esil Midûriyeta polîsan a Stenbolê ye 2021-02-03 17:09:51   STENBOL – Alî Futa Yilmazer ê ji doza kuştina Rojnameger Hrant Dînk tê darizandin, anî ziman ku rapora F4'an dema bi destûr bû û li dervê welat bû kar û barê wê hatiye kirin û xistine  refê arşîvê û wiha got: "Esil berpirsiyarê kuştina Hrand dînk Midûriyeta Stenbolê, îstîxbarat û şûba parastinê bi xwe ye."    Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk, di 19'ê Çileya 2020'an de li ber avahiya rojnameyê ya li Kolana Halaskar Gazî ya Şîşliyê ji hêla tetîkêş Ogun Samast ve hatibû kuştin. Çendî ku 14 sal derbas bûbin jî, lê hîn jî esehiya vê cinayeta navbirî baş nehatiye aşkerekirin. Ji ber vê cinayetê 8 jê girtî, 13 jê firar 77 kes tên darizandin. Heya niha li Dadgeha Cezayê Giran a 14'an a Stenbolê 127 danişînên dozê hatine lidarxistin. Herî dawî danişîna 128'yan îro 14'emîn Dadeha Cezayên Giran a Stenbolê ya Çaglayanê hat dîtin. Parêzerê bersûcan Ramazan Akyurek parastin kir. Parêzer Akyurek anî ziman ku beriya cînayetê û piştî cînayetê Midurê Polîsan ê Trabzonê serokê Daîreya îstîxbaratê bû û wiha got: "Wê demê diviya bû Şaxa îstîxbarata Stenbolê û Şaxa Parastinê ya Stenbolê têxista nava tevgerê. Muwekilê min Yasin Hayal, Ogun Samast û Erhan Tuncel bi tu awayî îrtîbat pêş nexistine. Muvekkîlê min li gel Midûrê Şaxa Îstîxbaratê ya Tranzonê Engin Dinç peyvir kiriye. Nêzî 7 salin ji vê dozê girtî tê darizandin. Pêvajoya maqûl a girtinê derbas kiriye. Ez hemû îdeayan red dikim û beraeta wî dixwazim.    Piştî parastina parêzeran Alî Fuat Yilmazer parastin kir. Hemû îdeaname di mutalmayeê de kopyayên hev in. Wekî bi salan darizandin nehatibe kirin. Di lêpirsîna cînayetê Hrant Dink de tê xuyakirin ku tu lêpirsîn nehatiye kirin.    BERPIRSIYAR MIDÛRIYETA STENBOLÊ YE   Alî Futa Yilmazer ê ji doza kuştina Rojnameger Hrant Dînk tê darizandin, anî ziman ku rapora F4'an dema bi destûr bû û li dervê welat bû kar û barê wê hatiye kirin û xistine  refê arşîvê û wiha got: "Esil berpirsiyarê kuştina Hrand dînk Midûriyeta Stenbolê, îstîxbarat û şûba parastinê bi xwe ye."   Piştî parastinê heyetê doz taloqî 10'ê Sibatê kir.