Rojnamegera girtî Abî: Dest danîn ser betaniyên me 2021-02-03 16:56:09   WAN - Rojnameger Şehrîban Abî ya li Girtîgeha Tîpa T a Wanê dimîne, ragihand ku gardiyenan berî du rojan bi ser qawîşa wan de girtin û dest danîne ser betaniyên wan.    Nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî ya li Girtîgeha Tîpa T a Wanê dimîne, di hevdîtina girtî ya îro (03’ê Sibata 2021’an) bi malbata xwe re kir de, dest nîşan kir ku gardiyenan berî du rojan bi ser qawîşa wan de girtine û bêyî ku tu hincet nîşan bidin, dest danîn sser betaniyên wan. Abî, da zanîn ku du rojin beyî betanî, di sermayê de radizin.   Rojnameger Abî, ji ber ku 2 gundiyên li Wanê ji helîkopterê hatibûn avêtin û îşkenceya li wan hatibû kirin, xistin rojevê bi nûçegihanên Ajansa me Mezopotamya (MA) Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr û rojnameger Nazan Sala re, di 9’ê Cotmehê de hatibû girtin.