'Pergala birêz Ocalan pergala herî bi nirx e' 2021-02-03 16:43:48 ŞIRNEX - Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş di panela mijara wê tecrîd bû axivî û got: “Pergala ku îro birêz Ocalan di sedsala 21'emîn de li pêş dixe pergala herî pîroz û bi nirx e."    Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan girtiyan daye destpêkirin di roja 69'emîn de berdewam dike. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Silopiya derbarê tecrîd û çalakiyên grevên birçîbûnê de panel li dar xist. Di panelê de pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hat daliqandin. Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Newroz Uysal di panelê de panelîst bûn û Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, Dayîkên Aştiyê, aktîvîstên TJA û rêveberên rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê û gelek kes beşdar bûn. Panel bi rêzgirtinê dest pê kir.    'AVABÛNA ÎMRALIYÊ NE JÎ RÊZE YE'   Di panelê de ewil ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Newroz Uysal axivî. Uysal bal kişand ser tecrîda girînkirî ya li ser Ocalan tê sepandin û wiha axivî: "Îro divê em du tiştan ji hev du cuda bikin. Di hêla siyasî û hiqûqî de di şexsê birêz Ocalan de gelê kurd di bin tecrîdê de ye. Birêz Ocalan ji ber ku keseke girtî ye hin mafên wî hene. Hem mafê wî yên navxweyiya Tirkiyeyê û hem jî di asta navnetewî de mafên wî hene. Ev 22 sal in dewleta Tirkiyeyê hem bi hêzên xwe û hem jî bi hêzên navnetewî li gorî polîtîkayên xwe yên siyasî, rewşa hiqûqî vediguhere. Ev veguhertin bi awayeke neyînî didome. Îro em di asteke wisa de ne ku, em wek parêzerên wî, malbata wî nikarin hevdîtin pêk bînin. Ev saleke tu agahiya me ji Îmraliyê tune ye. Roj bi roj dengê birêz Ocalan ji malbata wî û gelê wî qût dikin. Îro girtina birêz Ocalan ne tişteke ji rêzê ye. Di heman demê de avabûna Îmraliyê jî ne avabûneke ji rêzê ye. Ev 22 sal in tiştên ku li Îmraliyê pêk tên bi polîtîkayeke ve girêdan e. Weke ku birêz Ocalan jî di axaftinên xwe de digot ‘Ez kurdek azad im, ez azadiya gelê kurd dixwazim, ez ne gelê xwe teslîmî tu hêzan nakim’. Ev 22 sal in sekna birêz Ocalan ev e. Erê dilgirtî ye, erê di Giravekê de tenê girtî ye, erê şert û mercên giran de dijî, lê birêz Ocalan bi sekna xwe ya azad heta vê demê hatiye."   'DIJ DERKETINA TECRÎDÊ XWESTEKA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK E'   Uysal di berdewamê axaftina xwe de anî ziman ku di cîhanê de mînaka tecrîda li Îmraliyê tune ye û got: "Li girtîgehan û gelek deverên cîhanê li dijî tecrîdê grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Daxwaziya wan bidawîkirina tecrîdê ye. Ev xwestek xwestekeke demokratîk, rewa ye û ne sûc e. Di peymanên navnetewî de jî ev wisa tê gotin. Kesên ku ev çalakî dane destpêkirin mafdar in. Ev çalakî îro ketiye roja 69'emîn. Rewş bi vî awayî derbas bibe wê bi xwe re neyîniyan bîne. Ji bo ku pêşiya neyîniyan were girtin divê em di warî siyasî de hem jî di warê hiqûqî de ji tecrîdê fêm bikin. Dij derketina tecrîdê xwesteka çareseriya demokratîk û aştiyê ye."    'PERGALA OCALAN PERGALA HERÎ BI NIRX E'    Piştî Uysal, Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş axivî. Ozguneş jî bal kişand ser rol û mîsyonan Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û wiha got: "Divê di serî de em pirsa hêzên navxweyî û navtewî çima li dijî gelê kurd û birêz Ocalan komployeke wiha amade kirin bikin? Yek sedemê vê pergala ku birêz Ocalan ava kir, pergala xweseriya demokratîk e, netewa demokratîk û konfedaralîzma demokratîk e. Dewletên emperyal û netewdewlet li ser xeta yek dewlet, yek ol, yek al û yek nijad û yek ziman avabuyî neyarê gelek tişta ye. Ev pergal jî pergala serdestan e. Di heman demê de neyarên gelan in. Ev pergala wan xwînmij e û şerker e. Dewletên emparyalîst û netewperest ev in. Gel, jin û ciwanan ji xwe re weke kole dibînin. Birêz Ocalan pergala xweseriya demokratîk, konfedaralîzma demokratîk û Netewa demokratîk û dijîtiya şer dike û anîna aştiyê li pêş xistiye û bi vê pergalê dixwaze, li şûna xîzanî û birçîbûnê bextewariyê bîne. Xwezayê diparêz e. Ev sermaye dixwaze pêşiya vê pergalê bigire. Ji ber wê pêdivî bi vê komployê dîtin û ji ber wê îro tecrîdê giran dikin. Pergala ku îro birêz Ocalan di sedsala 21'emîn de li pêş xistiye pergala herî pîroz û bi nirx e. Bi vê komplo û tecrîdê dixwazin Rojhilata Navîn ji nûve dîzayn bikin. Ji ber wê divê em li dijî pergala xwînmêj têkoşîna xwe mezin bikin."   Piştî axaftinan panel bi pirs û bersivan berdewam kir. Panel bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.