HDP: Dest ji rêyên tarî berdin 2021-02-03 16:43:07   ENQERE - MYK’a HDP’ê, derbarê girtin û binçavkirina endamên partiya xwe de bang kir ku endamên wan ên MYK’ê yên hatine girtin demildest bên berdan û dest ji bê hiqûqî û rêyên tarî bê berdan.   Lijneya Rêveberina Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê girtin û binçavkirina endamên partiya xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand. HDP’ê, di daxuyaniyê de diyar kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê di serî de ciwan û jin, zextan li hemû civakê dike û girtin û binçavkirinan didomîne.   HDP’ê di berdewama daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Di 26’ê çileyê de di operasyoneke ku navenda wê Enqere bû û li 6 bajaran hat lidarxistin de endama me ya MYK’ê Sevîm Akdag û endama me ya MYK’ê ya bere Hulya Ertaş îro bi îdeayên bê hiqûqî hatin girtin. Biryara girtinê ya endamên me yên MYK’ê perçeyekî operasyonên qirqirina siyasî û polîtîkayên ser partiya me tên meşandinê ne. Ji aliyê din mînakeke din a polîtîkayên faşîst a bloka desthilatê li Enqereyê qewimî. Rêvebera me ya navçeya Peyasa Amedê Sûltan Taş û Endama Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Ronda Bat ên ku ji bo civîna Meclîsa Jinan a HDP’ê ji Amedê hatibûn Enqereyê, di 2’yê Sibata 2021’an de di nava Enqereyê de ji aliyê kesên nasnameya polîsan nîşanî wan dan û xwe bi navê ‘kesên nayên dîtin’ tên bi nav kirin ve bi darê zorê hatin revandin. Di demê ku hatin desteserkirin de zext, gef û şantaj li hevalên me hatiye kirin û hişyariya ku demildest ji Enqereyê derkevin li wan hatiye kirin. Bila desthilatî baş bizane ku em destûr nadin ku bloka desthilate vegere salên 90’î.    DEST JI RÊYÊN TARÎ BERDIN   Em polîtîkayên derveyî hiqûqê û şantaj, gef, sîxurtî, tundiya zayendî, fîzîksel û dêrûnî ya li ser endamên me yên MYK’ê û Meclîsa Ciwanan şermezar dikin û van polîtîkayên qirêj red dikin. Em careke din bang dikin ku endamên me yên MYK’ê demildest bên berdan û dest ji bê hiqûqî û rêya tarî berdin. Desthilatî dixwaze bi tirsandin û girtinan temenê xwe dirêj bike. Lê bila bizanin ku mehandina ciwanan a bi girtin û binçavkirinan ne pêkane. Her êrişa desthilatê kerbên ciwanan û jinan mezintir dike. Ciwanên ku di her qadên partiya me de pêşengin, pêşeroja civakê ne. Hêza bingehîn ku jiyana nû bi rêxistin bike ciwanin. Ciwan, wê li dijî desthilatiya we ya faşist teqez Tirkiyeya demokratik ava bikin.”