Melîh Bûlû yê AKP’î: Nafikirim ku îstifa bikim 2021-02-03 11:28:59   STENBOL – Melîh Bûlû yê AKP’î ku weke qeyûm tayînî rektoriya Zanîngeha Bogazîçiyê hatiye kirin, diyar kir ku nafikire îstifa bike.    Melîh Bûlû yê AKP’î ku weke qeyûm tayînî rektoriya Zanîngeha Bogazîçiyê hatiye kirin û ji aliyê pêkhateyên zanîngehê ve nayê xwestin, têkildarî bangên îstifakirina li xwe axivî. Bûlû, ji Haberturkê Nagehan Alçi re axivî û bangên xwendekarên ku bi rojan e ji bo îstifakirina wî çalakî li dar dixin vegerand û diyar kir ku nafikire îstifa bike. Bûlû, têkidlarî aloziya li zanîngehê jî ev tişt got: “Di serî de min dîtibû ku dê ev qrîz 6 meh bidome, wê wisa jî bibe.”