Qeyûm bi serokê AKP’ê re derket kontrolê 2021-02-03 11:28:41   AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Munîr Karaloglû, bi serokê AKP’ê yê Amedê Serdar Bûdak re xebatên “restorasyonê” yên li navçeya Sûrê kontrol kirin.   Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Waliyê Amedê Munîr Karaloglû, xebatên restorasyonê yên Sûrên dîrokî ku di Listeya Mirate ya Cihanê ya ÛNESCO’yê cih digirin ên li Taxa Ben û Sen a navçeya Yenîşehîrê bi serokê AKP’ê yê Amedê Serdar Bûdak û AKP’iyan re kontrol kir.