Koç: Destûra bingehîn a AKP-MHP’ê wê bi kêrî civakê neyê 2021-02-03 11:18:08   AMED – Endamê Komîsyona Destûra Bingehîn a Meclîsê Abdullah Koç diyar kir ku Serokkomar Erdogan ê daxuyaniya “Destûra Bingehîn a nû” da li gorî yasayên heyî tevnagere û destûra bingehîn a ku AKP û MHP çê bikin wê bi kêrî civakê neyê.    Serokkomar Tayyîp Erdogan piştî daxuyaniya “reformê” niha jî nîqaşa “destûra bingehîn a nû” anî rojeva Tirkiyê. Beriya niha gelek caran xebata “destûra bingehîn a nû” hat destpêkirin lê belê her tim hat betalkirin. Erdogan vê carê jî got ew ê li gel şirîkê xwe MHP’ê dest bi vê xebatê bikin.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Endamê Komîsyona Destûra Bingehîn a Meclîsê Abdullah Koç daxuyaniya Erdogan a têkildarî “destûra bingehîn a nû” nirxand.    PÊŞNIYAZA DESTÛRA BINGEHÎN A 1921’AN    Koç daxuyaniya “destûra bingehîn a nû” ya Erdogan wek “tengaviya siyasî” û “amadekariya hilbijartina pêşwext” nirxand û dixwaze bi vê yekê gava zelalkirina hilbijartina Serokkomariyê ya di xumamiyê de maye biavêje. Koç pêniyaza Destûra Bingehîn a 1921’an a partiya xwe dubare kir û wiha got: “Piştî daxuyaniya refromê ya Erdogan bi awayek cidî eziyet li xelkê hat kirin. Bi qasî serê derziyê demokrasî hebe jî vê yekê civakê digire. Em viya baş dizanin. Heke niyeta û armanca wan baş be, banga me ya ku Destûra Bingehîn a 1921’an esas bigirin heye. Jixwe em jî dibêjin çareseriya esasî di destûra bingehîn de ye. Jixwe ji bo Destûrek Bingehîn a nû banga me zûve heye. Em dibêjin ji bo pirsgirêka kurd bigihîje çareseriyê, rêveberiyên xwecihî dabîn bikin û xelk xwe bi xwe birêve bibe pêdivî bi destûra bingehîn a demokratîk heye. Lê belê em her tim dibêjin di vî warî de bangek AKP û MHP’ê nîne.”   ‘DAXWAZA DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ KÊRÎ CIVAKÊ NAYÊ’   Koç anî ziman ku ji bo destûrek bingehîn a nû divê pêkaheteyên li welat ji partiyên siyasî bigire, heta rêxistinên sivîl û komên bawerî û hiqûqê û netewan hemû div ê xebatê de cih bigirin. Koç destnîşan kir ku di serdemek ku Destûra Bingehîn û yasayên heyî li ber çavan nayên girtin, nîqaşa “destûra bingehîn a nû” fikara Erdogan e ku “xwe rizgar” bike û got: “Ka li rewşa ku Tirkiyeyê anîne binêrin? Jixwe ev hikumet li gorî yasa û rêgezên heyî tevnagere. Armanca vê destûra bingehîn a nû çi ye? Dixwazin tenê ji bo xwe guhertin û sererastkirinan pêk bînin. Ev ne ji bo xêr û silametiya civakê dikin. Nikarin tevgerek wiha bikin jî. Ev bi êrişkirina xwepêşandanên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê û tune hesibandina biryara DMME’yê ya derbarê Demîrtaş de jixwe destûra bingehîn hildane refê. Mirov nikare ji hêvî ji banga destûr bingehîn a nû bike. Çimkî îqtîdar bi xwe li gorî Destûra Bingehîn a heyî tevnagere. Destûrek bingehîn ku ji aliyê AKP û MHP’ê ve were çêkirin wê kêrî civakê neyê. Wê Tirkiyê ber bi xerabûnê ve bibin. Tiştek ew bidin gelan nîne. Tenê başiyek ew ê bi Tirkiyeyê bikin ew e ku biçin hilbijartina pêşwext.”    MA / Ergîn Çaglar