76 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2021-02-03 10:08:28     STENBOL - Walitiya Stenbolê, ragihand ku 76 kesên duh êvarê di çalakiya li navçeya Kadikoyê li dijî rektorê qeyûm ê Zanîngeha Bogazîçiyê hatibû lidarxistin de hatibûn binçavkirin, hatine berdan.   Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, duh êvarê ji bo piştgiriya çalakiya xwendekarên Bogazîçiyê ya li dijî rektorê qeyûm ê Zanîngeha Bogazîçiyê Melîh Bûlû xwestin li navçeya Kadikoyê çalakiyekê li dar bixin, lê polîsan êrişî çalakiyê kiribû û gelek kesî binçav kiribûn.Walitiya Stenbolê, têkildarîi mijarê daxuyanî da û ragihand ku 76 kesên di bin çavan de hatine berdan.    Piştevaniya Bogazîçiyê, di hesabên xwe yên medya civakî de diyar kir ku 228 xwendekar hatine binçavkirin, Walitiya Stenbolê jî da zanîn ku 105 kes hatine binçavkirin. Ji 94 xwendekaran 29 kes bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê wek binçavkirî hatin nîşandan, 65 kes jî piştî îfadegirtinê hatin berdan. Ji xwendekarên ku ji bo tevlîbûna çalakiyê li navçeyên Beşîktaş û Sariyerê kom bûn jî 11 jê hatibûn binçavkirin piştî îfade girtinê hatibûn berdan.