Piştî gaz biha bû, eleqeya ji bo sergîn û tepikan jî zêde bû 2021-02-03 09:01:11 ÎDIR - Alaattîn Galîtekîn anî ziman ku piştî ku gaza û komir biha bûne, eleqeya ji bo sergîn û tepikan zêde bûye û firotana îsal bi dilê wî ye.  Li bajarên herêma Serhedê ev çend sal in ji ber bihabûna komir, êzing û gaza xwezayî eleqeya ji bo sergîn û tepikan zêdetir bûye. Îsal li herêmê bikaranîna sergîn û tepikan 3 qat zêde bûye û ji niha de amadekariyên ji bo zivistana bê dest pê kirine. Li gundên Îdirê, ciwan mal bi mal digerin û sergînan hazir dikin. Sergîn û tepikên ku tên amadekirin, qismek jê ji bo zivistana bê tên veqetandin û qismek jê jî niha tên şewitandin.    BI HEV RE AMADE DIKIN    Azad Çakmaz, anî ziman ku çavkaniya debarê ya sereke ya herêmê sewalvanî ye û ji ber ku her tişt biha bûye sergîn û tepikan çêdikin. Çakmaz, bilêv kir ku fatûreyên gazê pir zêde tên û got: "Ji ber ku em sergînan nakirin, bi kêrî me tê. Fatûre hindik tên. Ne ji vê bûya em ê perîşan bûbûna."    Çakmaz, diyar kir ku ciwanên gund mal bi mal digerin û alîkariya hev du dikin û got: "Hin ji me hûr dikin, hin ji me qor dikin. Em bi hev re dikin. Heger ne ji piştevaniyê be, ê kar zû neqede."    REMOQA WÊ BI 250 TL'YÎ YE    Alaattîn Galîtekîn ku li navenda Îdirê sergîn û tepikan difiroşe, anî ziman ku remoqa sergînan bi 250 TL'yî ye. Galîtekîn, destnîşan kir ku îsal firotina sergînan baş e û ji ber ku gaz biha bûye her kes berê xwe daye sergînan.