Gelê Hol û Serêkaniyê li dijî êrîşen Tirkiye meşiyan 2021-02-02 19:26:42     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran şêniyên Hol û kampa Serêkaniyê li dijî êrîş û gefên Tirkiye yên li ser Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan.      Berter û nerazibûnên gelê li Rojava yên li dijî êrîş û polîtikayên Tirkiye berdewam dikin. Îro jî bi hezaran welatî li Hol û Serêkaniyê li dijî êrişên Tirkiye çalakî li dar xistin û bertekên xwe anîn ziman. Gelê Hol û Serêkaniyê li dijî êrîşên li ser Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meşek girseyî li dar xistin.    HOL   Bi hezaran şêniyên navçeya Holê ya kantona Hesekê bi alên QSD, Kongreya Star û pankartên "Na ji dagirekriya Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re", li qada giştî ya navçeya kom bûn. Şêniyan bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana QSD û yekitiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di nava kolanên sereke yên navçeyê meşiyan û li qada sereke mîtîngeke li dar xist.   Girsê piştî deqeyek rêz girt, li ser navê PYD'ê Ahîn Elî axivî û got: "Di kesayeta şehîd Viyan Soran de, em hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn. Dewleta Tirk a dagirker bi desteka hikumeta Şamê ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tehdîd dike. Dewleta Tirk a dagirker bi gefên xwe armanc dike ku herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Hikumeta Şamê li Qamişlo û Hesekê hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyan de dike."   Li ser navê Kongreya Star a navçeya Holê, Rîm El-Ehmed jî axivî û diyar kir ku Tirkiye bi pêşengtiya AKP'ê gefan li herêma Dêrik û Şengalê dixwe û dijminahiya yekitiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Rîm El-Ehmed diyar kir ku ew ê li dijî her êrişan muhtemel ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin.    Li ser navê Partiya Sûriya Pêşerojê, endamê partiyê Deham El-Salim jî wiha got: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelên aştîxwaz in, jiyaneke ewle û azad dixwazin. Lê Tirkiye hewl didin deverên din ên Sûriyê dagir bikin. Em li dijî gefên dewleta Tirk û hikumeta Şamê, banga hevgirtinê li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Çalakî bi diruşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana QSD" bi dawî bû.   KAMPA SERÊKANIYÊ   Bi sedan koçberên kampa Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê bi meşekê şehîd Viyan Soran bi bîr anîn û gefên Tirkiyeyê yên li ser herêmê şermezar kirin. Meş li ketina kampê dest pê kir. Di meşê de, alên Kongreya Star, wêneyên Viyan Soran û pankartên "Viyan Soran meşeleya Ocalan e ya ku venamire" hildan. Meş li qada sereke ya kampê rawestiya. Piştî deqeya rêzgirtin, hevseroka meclisa kampa Serêkaniyê Sûzan Himêdan axivî û soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna serkeftinê û têkbirina dewleta Tirk a dagirker da.   Sûzan Himêdan, banga hevgirtinê, piştgiriya QSD û parastina destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li gelên herêmê kir. Çalakî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana jin û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.