13 girtiyên ku cezayê wan xelas bûne nayên berdan 2021-02-02 16:58:11   AMED - Li gelek zindanan 13 girtiyên ku di girtîgehên cuda de ne li gel cezayên wan xelasbûne jî bi hinceta “rêziknameyê” nayên berdan.   Li gelek zindanan 13 girtiyên ku cezayê wan xelas bûne, ji ber “Rêziknameya Derbarê Hukumxwaran û Navêndên Dabeşandin û Çavderiyê” ya di 29’ê kanûna 2020’an de di Rojnameya Fermî de hatibû weşandin, nayên berdan. Ji ber derbarê girtiyan de rapora “neyînî” hatiye dayîn, li gel ku cezayê wan xelasbûye jî nayên berdan.   Navên girtiyan û girtîgehên lê dimînin wiha ne: “Adnan Hamo - Girtîgeha Tîpa L a Balikesîrê, Sadik Ozbay - Girtîgeha Tîpa D a Amedê, Ebedîn Aktaş û Fesîh Tekîn - Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Tarsûsê, Dîdar Bozan, Merve Îşleyîcî û Ceylan Bozkûrt - Girtîgeha Jinan a Şakranê, Yakup Vadî û Vedat Tûrgût - Girtîgeha Duzceyê, Ozcan Sonmez - Girtîgeha Tîpa T a Qûbîna Êlihê, Zinar Demîr - Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Osmaniyê, Nûrşen Tekîn - Girtîgeha Jinan a Tarsûsê û Şahîn Gegez - Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniye ya Balikesîrê.”