Welatiyê deyndar hewl da xwe bikuje 2021-02-02 15:23:07   MÊRDÎN - Welatiyek li navçeya Artûklûyê bi hinceta ku nikare deynên xwe bide hewl da xwe bikuje.    Welatiyekê hewl da ku li ser banê avahiyeke li hemberî avahiya Edliya Mêrdînê ya navçeya Artûklûya Mêrdînê xwe bikuje. Welatiyê ku navê wî nehat zanîn diyar kir ku nikare deynên xwe bide, ji ber vê yekê jî nikare bizewice û xwest xwe ji ser banê avahiyê biavêje. Welatiyê ku demekî dirêj li ser banê avahiyê ma, li ser qanihkirina tîmên agirkuj û polîsan ji ser banê avahiyê hat xwarê. Piştî ew welatî hat xwarê polîsan ew binçav kir.