JI Riha û Edeneyê bang kirin: Heke hûn reforman bixwazin divê hûn tecrîdê rakin 2021-02-02 15:10:07   RIHA/EDENE - Ji bo daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê pêk bên li Riha û Edeneyê daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniya Rihayê de hat gotin ku heke desthilat reforman bixwazin divê tecrîdê rake. Di daxuyaniya Edeneyê de jî banga xwedî derketina li çalakiya grevê hat kirin.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan a li girtîgehan dan destpêkirin, li avahiya xwe ya navçeya Karakopruyê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlementerên HDP’ê Omer Ocalan, Nûsrettîn Maçîn, Ayşe Surucu, partiyî, xizmên girtiyan û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Beşdarvanan pêşmalkên ku li ser wan “Ji greva birçîbûnê re bibe deng” nivîsandîbûn li xwe kirin.   DÊ ÇAWA REFORMÊ BIKIN?   Di civînê de ewilî Parlementerê HDP’ê Nûsrettîn Maçîn axivî. Maçîn, diyar kir ku bi zextan qadên jiyanê yên li girtîgehan hatine tengkirin û wiha got: “Heke bi rastî jî hûn bixwazin reformê bikin, divê ewil tecrîda mutleq a li Îmraliyê bê rakirin û şertên girtîgehan bên başkirin. Tecrîda mutleq derveyî mirovahî, hiqûq û wijdanê ye. Li gel vê yekê jî tehamulî pankartekê jî nakin. Ev nayê qebûlkirin. Bi vê tabloyê wê çawa reform çêbibe? Em heta dawiyê li pişta girtiyên di çalakiya grevê de ne. Têkoşîna wan têkoşîneke mafdar û mirovî ye.”   ‘HÛN ÇIMA DITIRSIN?’   Dure parlementer Omer Ocalan axivî û bi bîr xist ku tecrîd 22 sal in didome. Ocalan, bertek nîşanî qedexeyên hevdîtinê yên hemberî malbat û parêzeran da û pirsa “qanûn li kuderê ye?” kir. Ocalan, bertek nîşanî dorpêça polîsan jî da û wiha got: “Hûn ji çi ewqas ditirsin? Ji bo Birêz Ocalan hesasiyeteke mezin heye. Kesek ji dewletê qanûneke taybet naxwaze. Tê xwestin ku qanûnên heyî bi cih bên. Lê li ser Birêz Ocalan û gelê kurd polîtîkayên qirêj tên meşandin. Tecrîd belavî her dere bû ye.”   ‘WÊ TESFIYE BIBIN’   Ocalan, anî ziman ku li Tirkiyeyê siyaset xetimiye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Îro li girtîgehan çalakiya grevê heye. Em jî dixwazin ku hevdîtin û muzakere çêbibin. Heta ku diyalog nebe pirsgirêk jî çareser nabin. Bi komkujî, girtin û zextan hûn nikarin vê civakê biqedînin. Bi vî şiklî hûn ê heta kuderê siyasetê bikin. Giranahiyeke dewletê nema, ev dê tesfiye bibin. Partiya me û gelê kurd meşrû ne. Em ê heta dawiyê bibin dengê girtiyên siyasî û têkoşîna wan bilind bikin.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindana” û tililiyan bi dawî bû.   EDENE   Komeleya Piştevaniya Malbatên Hikumxwarî û Girtiyan a Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên Xwe Windakirine ya Akdenîzê (AYKAY-DER), ji bo balê bikşînin ser çalakiya greva birçîbûnê daxuyanî da çapemeniyê. Polisan xwest daxuyaniya ku  li pêş avahiya Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê hat dayîn asteng bikin. Lê daxuyanî li gel astengiya polîsan jî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindana” û "Zext nikarin me têk bibin" hat dayîn.    ÇARESERÎ ÎMRALI YE   Di daxuyaniyê de Hevserokê Çûkûrova TÛAY-DER’ê Zahîr Akalin axivî û bi bîr xist ku çalakiya greva birçîbûnê di roja 68’emîn de ye. Akalin, diyar kir ku qeyrana aborî û siyasî ya li welat kûrtir bûye û wiha got: “Sedema van pirsgirêkan tecrîda li ser Îmraliyê ye. Heta ku tecrîda li ser Îmraliyê neyê çareserkirin û Ocalan azad nebe dê ev pirsgirêk nayên çareserkirin. Bi vê minasebetê em bi dirûşma “Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin” berxwedana li zindanan xwedî derkevin. Em gele me yê hestiyar vedîxwînin ku hêj şertên girtîgehan girantir nebûne, xwedî li berxwedana girtiyan derkevin.”   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.