Akademîsyen û xwendekaran êriş û binçavkirin protesto kirin 2021-02-02 14:24:41   STENBOL – Pêkhateyên Zanîngeha Bogazîçiyê binçavkirina 159 xwendekaran protesto kirin û xwestin dorpêça polîsan a li ser zanîngehê tavilê were rakirin.    Hêrs û berteka li dijî êrişa xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê û binçavkirina 159 xwendekaran berdewam dike. Protestkirina danîna rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP’yî ji 4’ê çile ve didome. Bi sedan akademîsyen û xwendekar li ber avahiya rektoriyê civiyan û bi daxuyaniyê êriş û binçavkirinan şermezar kirin. Di çalakiyê de pankarta “Em serêxwe natewînin, qebûl nakin û dev jê bernadin” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin. Akademîsyen û xwendekaran destnîşan kir ku ew binçavkirin, îşkence û êrişan qebûl nakin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sepanên OHAL’ê li ser wan pêk tên û zanîngeh veguheriye girtîgehek servekirî. Di daxuyaniyê de hat gotin zanîngeh bi çekên lûle dirêj, polîs û maşîneyên zirxî hatiye dorpêçkirin û wê li dijî vê neheqiyê û bêhiqûqiyê têkoşîna wan bidome. Di daxuyaniyê de hat xwestin tevahiya xwendekaran werin berdan.