Midurê Karên Nivîsê yê ajansa me di danişîna ewil de beraet kir 2021-02-02 13:25:44   STENBOL - Midurê Karên Nivîsê yê ajansa me Ferhat Çelîk ku derbarê wî de bi hinceta nûçeya bi serenavê “Li Baybûrtê kêzikan dixin nav xwarina girtiyan” doz lê hatibû vekirin, di danişîna ewil a doza xwe de beraet kir.   Bi hinceta nûçeya bi sernavê “Li Baybûrtê kêzikan dixin nav xwarina girtiyan” a di ajansa me de hatibû weşandin, derbarê Midurê ji Karên Nivîsê Berpirsyar ê ajansa me Ferhat Çelîk de doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Baybûrtê hat dîtin. Çelîk, ji 22’yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Stenbolê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.   DOZGER BERAET XWEST   Danişîn bi tespîta nasnameyê dest pê kir û dozger mûtaalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir. Dozger, diyar kir ku nûçe di çarçoveya azadiya çapemenî û îfadeyê de ye û daxwaza beraetê kir. Pişt re parêzerê Çelîk, Sercan Korkmaz axivî. Korkmaz, da zanîn ku tevlî mutaalaya dozger dibe û daxwaza beraetê kir. Çelîk jî anî ziman ku nûçe di çarçoveya azadiya îfadeyê de hatiye çêkirin û beraeta xwe xwest. Pişt re şandeya dadgehê biryara beraeta Çelîk da.