Doza Şahîn Oner 3 deqîqe berdewam kir 2021-02-02 13:13:26     AMED – Danişîna doza polîs S.K. ê ji kuştina Şahîn Oner tê darizandin 3 deqîqe berdewam kir.    Li navçeya Yenîşehîra Amedê di 10’ê sibata 2013’an de xwepêşandek hatibû lidarxistin. Polîsan di xwepêşandanê de maşîneya zirxî li Şahîn Oner ê 19 qelibandibû û ew kuştibûn. Ji ber vê bûyerê derbarê polîs S.K. de ji sûcê “bi qestî kuştin” doza cezayê heta hetayê jê re tê xwestin hat vekirin. Danişîna 12’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Amedê hat lidarxistin.    Polîsê bersûc beşdarî danişînê nebû û parêzerên malbata Şahîn di danişînê de amade bûn. Ji ber Kovîd-19 destûr nehat dayîn kes dozê bişopîne. Di danişînê de hat dîtin ku rapora kifşa cihê bûyerê were amadekirin şandine Beşa Trafîkê ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê û hêj ev rapor ji zanîngehê nehatiye.    Dozger û parêzeran xwest kêmasiyên di dosyeyê de werin temamkirin.    Şandeya dadgehê di danişîna 3 deqîqe berdewam kir de ji bo heta rapor were danişînê taloqî 27’ê gulanê kir.