Parastvanên maf: Demildest xwendekaran berdan 2021-02-02 13:12:11   STENBOL – Parastvanên mafên mirovan, diyar kirin ku binçavkirina xwendekaran a bi îşkencekirinê li dijî mafê mirovan e û xwestin demildest xwendekarên binçavkirî bên berdan.   Şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV)y ên Stenbolê, têkildarî binçavkirina xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê daxuyaniyeke nivîskî dan. Daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zext, binçavkirin, reşkirin û iftiraya xwendekar û akademîsyenên Zanîngeha Bogazîçiyê  û girtina 2 xwendekaran li derveyî hiqûqê ye û mafê wan ên takekesîbi vê tên astengkirin û hat xwestin ku zextên li ser zanîngeh, xwendekar û mafên demokratîk ên makeqanûnî bên bidawîkirin.    Di berdewama daxuyaniyê de binçavkirina 159 xwendekaran hat bibîrxistin û hat diyarkirin ku binçavkirina xwendekaran li dijî mafê mirovan, Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî ye û hat xwestin ku xwendekarên binçavkirî demildest bên berdan.