Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2021-02-02 10:09:03   ÎZMÎR – Li Îzmîrê, 27 kesên ku bi hinceta lidarxistina çalakiya piştgiriya çalakiya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê duh bi derpkirinê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê, bi armanca şermezarkirina Rektorê qeyûm Melih Bûlû li pêşiya zanîngehê pêşandana şermezarkirinê vekiribûn û bi angaşta ku “wêneyên qabeyê danîbûn erdê” 2 xwendekar hatibûn girtin. Koma Piştevaniyê ya Zanîngeha Îzmîrê, duh xwestibû bi daxwaza berdana van xwendekaran “Meşa Rûmetê” li dar bixe. Polisan destûr nedabû vê meşê û 27 xwendekaran jî bi derpkirinê binçav kiribûn. Piştî ku îfadeyên wan hatin girtin her bîst û heft xwendekar jî hatin berdan.    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîr, saet di 17.30’an de têkildarî mijarê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan daxuyanî bidin çapemeniyê.