DEDAŞ’ê saetên ceryanê derxist ser dîrekan: Talûke mezin e 2021-02-02 10:08:13   MÊRDÎN – DEDAŞ’ê li navçeya Qosera Mêrdînê saetên ceryanê derxist ser dîrekan û kabloyên wan di şaneşînan de kişand. Welatî dixwazin van kabloyên metirsiyê belav dikin werin rakirin.    Li taxa Mezopotamya ya navçeya Qosera Mêrdînê Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceryanê Dîcleyê (DEDAŞ) dest bi derxistina saetên ceryana malan ser dîrekan kir. DEDAŞ’a ku saetên ceryanê derxist ser dîrekan, kabloyan jî di şaneşînan de derxist û xeta ceryanê girêdan. Welatî dibêjin ev kablo metirsiyê bi xwe re tîne. Dema baran tê hin bêtir metirsî derdikeve û welatî neçar dimînin ku şalterên xwe datînin. Welatiyan xwest kabloyên di şaneşînan de hatine derxistin werin rakirin.    TALÛKEYEK MEZIN LI BENDA WAN E    Ji şêniyên taxê Huseyîn Eksîk diyar kir ku 10 kabloyên cuda di cihekî de derbas kirine û got: “Heke yek bişewite wê hemû bişewitin.” Eksîk diyar kir ku ev kablo talûkeyê bi xwe re tîne û ew jî nizanin dê çi bikin. Eksîk anî ziman ku kablo hemû di şaneşînan de derxistine û got: “Talûkeyek gelek mezin e. Ceryan bi zarokekê bigire wê bimire. Em dixwazin van kabloyan ji şaneşînan derbixin.”    'DEDAŞ KETIYE DERDÊ FATÛREYAN’    Ji şêniyên taxê Mahmût Damar jî anî ziman ku ev 6 meh in DEDAŞ vê xebatê dike û ji ber vê yekê bêrceryan dimînin got: “DEDAŞ vê yekê ne ji bo başiya me dike. DEDAŞ ketiye derdê fatûreyan. Li taxê rewşa xelkê hemû yek e. Ne kontrol heye û ne jî tiştek din. Mîna ku mayinan xistibin malê me. Divê tavilê ji vê meseleyê re çareyek were dîtin.”    MA / Ahmet Kanbal