Dayika Aktaş: Dixwazim kurê xwe bibînim 2021-02-02 09:23:11   AMED - Dayika girtî Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê Faîke Aktaş, diyar kir ku 6 sal in kurê xwe nabîne û ev tişt got: “Ma tiştek ji aştiyê xweştir heye? Daxwaza min ew e ku tecrîd li ser serokê me rabe û berî mirina xwe kurê xwe bibînim.”     Veysî Aktaş, 26 sal in girtî û bi Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar re di 15’ê adara 2015’an de wekî “sekreterya” sewqî Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê hat kirin. Aktaş, ji roja ku sewqî girtîgehê hatiye kirin ve tenê 3 caran bi malbat xwe re hevdîtina vekirî pêk aniye û carek jî bi telefonê bi malbata xwe re axiviye.    Hevdîtina vekirî ya herî dawî ya bi Aktaş re di 3’yê adara 2020’an de ji ber şewata li Girava Îmraliyê çêbûbû, pêk hatibû. Axaftina bi telefonê jî di 27’ê nîsana 2020’an de pêk hatibû. Ji 3'yê adara 2020'an ve malbatan ji bo hevdîtinê 45 caran serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dane û hemû serlêdanên wan hatine redkirin.    Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne li dijî vê tecrîda ku li Îmraliyê di meriyetê de ye di 27’ê Mijdara 2020’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Girtî dixwazin ku ev tecrîd bê rakirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan derketine asta herî jor bên bidawîkirin.     ‘DIXWAZIM BERÎ MIRINA XWE KURÊ XWE BIBÎNIM’   Dayika Veysî Aktaş, Faîke Aktaş (73) û xwişka wî Sabîha Aslan, derbarê tecrîda li Îmraliyê û çalakiya greva birçîbûnê de axivîn. Dayik Aktaş, diyar kir ku 6 sal in kurê xwe nabîne û wiha got: “Ev şeş sal in ez kurê xwe nabînim. Ez nedizanim heye nedizanim tune ye. Ez nexweşim jî. Ev çi tecrîde li ser serokê me. Ma tiştek ji aştiyê xweştir heye? Daxwaza min ew e ku tecrîd li ser serokê me rabe û berî mirina xwe kurê xwe bibînim.”   TECRÎD BANDOREKE MEZIN DIKE   Xwîşk Aslan jî diyar kir ku tecrîd bandoreke mezin li ser wan dike û wiha axivî: “Dilê me ne rehet e, kezeba me dişewite. Em bêriya deng û axaftinên birayê xwe dikin. Em dixwazin herin wî bibînin. Her tim di bîra me de ye. Heke hevdîtin nebe jî em dixwazin bi telefonê agahiyekê jê bigirin. Em her carê nameyan jî dişînin jê re lê bersiv ji me re nayê. Em nizanin digihîjin destê wî an nagihîjin. Berî vê nexweşiyê mereqa me û hesreta me carek bû piştî vê nexweşiyê bûye 10 car. Ji ber vê nexweşiyê jî em pir mereqa wan dikin. Tecrîd li ser temamê zindanan belav kirine. Bila êdî dewlet dev ji tiştên bêhiqûqî berde. Em dixwazin êdî agahiyekê ji birayê xwe bigirin û ev tecrîd li ser wan rabe.”   ‘AN WÎ NAVÎ SER XWE RAKE AN JÎ PEYWÎRA XWE BI CIH BÎNE’   Aslan, neçûyîna Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Îmraliyê jî rexne kir û axaftina xwe wiha domand: “CPT peywîra xwe ya ji bo me pêk nayne. Tiştekî ku mirov bêje kiriye tune ye. Hatina wê vala ye. Hatiye lê tiştek çareser nekiriye û tu peywirên xwe bi cih naniye. Peywîra te çi be divê tu wê bi cih bînî. An jî wî navî ser xwe rake. Heke tu hebî divê tu peywîra xwe bi cih bînî.”   ‘DIVÊ HERKES PEYWÎRA XWE BI CIH BÎNIN’   Aslan, da zanîn ku ji bo daxwaziyên girtiyan ên ku di çalakiya greva birçîbûnê de bi cih bên divê saziyên sivîl ên civakî karê xwe bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji xwe barê girtiyan pir girane. Ji aliyekî ev nexweşî heye. Ji aliyekî jî hêj ji ber greva birçîbûnê ya din bedena girtiyan rehet nebûye. Ev bar ne barê wan tenê ye. Barê me ye jî û barê saziyên sivîl in jî. Saziyên Ewropayê jî peywîra xwe bi cih naînin.” Aslan, ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan daye dest pê kirin ev bang kir: “Divê herkes peywîra xwe pêk bîne. Kes li mala xwe nerûne. Çi hewce bike divê bê kirin.”   ‘CIHÊ ÇARESERIYÊ ÎMRALÎ YE’   Aslan, xwest ku tecrîda li ser Îmraliyê rojek berî rojekê bê rakirin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Divê tecrîd rabe û hevdîtin bi serokatî re çêbibin. Wexta ku hevdîtin pê re çêbibin wê Tirkiye jî baş bibe. Aborî, birçîbûn, xizaniya wê jî girêdayî tecrîdê ye. Heke tecrîd ji ser Îmraliyê ranebe tu tiştê Tirkiyeyê jî baş nabe. Cihê çareseriyê Îmralî ye.”   MA / Fahrettîn Kiliç-Cengîz Ozbasar