ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2021'Ê 2021-02-02 09:00:50 *  Dayika Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî, Faîke Aktaş ku 6 sal in lawê xwe nabîne, xwest ku lawê xwe bibîne. Xwişka Aktaş, Sabîha Aslan jî neçûyîna CPT’yê ya Îmraliyê rexne kir û xwest peywîra xwe bi cih bîne. * Îdianameya derbarê nûçegihanê me yê girtî Mehmet Aslan de hat amadekirin. Îdianame bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye amadekirin û axaftina Aslan a bi çavkaniyên nûçeyan û aboneyên ajansê re sûc hatiye hesibandin.    * Ji ber qedexekirina zozanên Çiyayê Agiriyê, koçer ji bêgavî berê xwe didin bajarên din. Koçeran diyar kir ku bi vî awayî hem mesrefê wan zêde dibe hem jî rêya wan a 25 kîlometreyî dirêj dibe û bi giştî dibe 250 kîlometre.   * Nûnerên saziyên jinan nerazîbûna xwe ya ji bo girtina Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkanê anîn ziman û bilêv kirin ku armanca vê biryarê çavtirsandina jinan û têkoşîna azadiyê ya jinê ye.    * Girtî Bîrdal Abay berê 142 rojan li dijî tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de mabû. Malbata Abay ji bo pêvajoya wê çaxê anî ziman ku "ew li wir di greva birçîbûnê de bûn, em jî li vir dimirin" û ji bo careke din pêvajo neguhere pêvajoya wê demê, bang li her kesî kir ku xwedî li çalakiya girtiyan derkevin.    * Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefhan Aydin, anî ziman ku Kuçeya Hunerê ya Amedê belesebeb "hatiye nûkirin" û nerazîbûna xwe bi vî awayî anî ziman: "Çavkaniyên gel, tên pêşkeşkirin."    * Danişîna doza çawişê pispor Aslan A. ê li dijî zarokek 13 salî êrişa zayendî pêk anî dê li Edliya Şirnexê were lidarxistin. (10.00-12.00)   * Hêzên Têkoşîna Yekbûyî ji bo dê di 4'ê sibatê de damezrandina xwe ragihîne wê li navçeyên Sancaktepe, Sûltangazî û Bahçelîevlerê xelkê û esnafan ziyaret bikin.  (11-18.00)   * Danişîna ewil a doza Berpirsê Midurê Karên Nivîsan ê Ajansa Mezopotamya Ferhat Çelîk li Dadgeha Cezayê Asliyê ya Baybûrtê were lidarxistin. (11.00)   * TUAYDER'a Çûkûrovayê ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê dê li ber avahiya HDP'a Edeneyê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)   * Barîkat a Grûpa Alîgirên Amedsporê ji bo kurdî di medya civakî de were bikaranîn dê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Peyasê daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00)   * Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Stenbolê têkildarî binçavkirin û sixuriyê dê li avahiya Şaxa ÎHD'a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe.