Li Çewlikê jinekê bi aweyekî guman jiyana xwe ji dest da 2021-02-01 14:32:27   ÇEWLIK – Merve A. ku hat angaştkirin piştî ji aliyê çawişê pispor ve hatiye revandin întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da.   Jina bi navê Merve A. (18) li mala xwe ya li taxa Ûlûbagê ya Çewlikê, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Merva A. ku hat angaştkirin întihar kiriye, piştî karên otopsiyê li gundê Kûşbûrnû yê Çewlikê hat veşartin.     ANGAŞTA REVANDINÊ   Piştî mirina wê malbata Merve A. xwest ser bûyerê veşêre. Hat diyarkirin ku beriya niha Merve A. ji aliyê çawişekî pispor ve hatiye revandin û piştî demekê vegeriya mala ku malbata wê lê dijî. Hat angaştkirin ku Merve A. piştî vegeriya malê di demeke kurt întîhar kiriye.