VAOB: Zagona qeyûman darbeya demokrasiyê ye 2021-02-01 14:28:40   WAN - Yekîtiya Odayan a Akademik a Wanê (VAOB, encamnameya civîna xwe aşkere kir. VAOB'ê di encamnameyê de diyar kir ku zagona tayînkirina qeyûman a komele û rêxistinên civakî darbeya li dijî demokrasiyê ye.      Yekîtiya Odayan a Akademik a Wanê (VAOB) di 21'ê Çileyêde li Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê civîn li dar xist. VAOB'ê encamnameya civînê bi raya giştî re parve kir. VAOB'ê di encamnameyê de anî ziman ku zagona tayînkirina qeyûman a wakif komele û rêxistinên civakî ku di meclisê re derbas bû û hat erêkirin, darbeya herî mezin a li dijî demokrasiyê ye û wiha got: "Ev yek dê pir zêde rê li pêş binpêkirina mafan veke.    VAOB'ê di encamnameyê de bal kişand ser tayînkirina qeyûman a şaredariyan û wiha got: "Bêyî biryar der barê hevşaredaran de biryarê bide ew ji peyvirê girtin û qeyûm tayînî şûna wan kirin. Dîsa bi guhertinên zagonan qeyûmtayînî rektoriyên zanîngehan kirin. Dîsa di demek nêzîk de zagona tayînkirina qeyûman a komele, wakif û rêxistinên civakî erê kirin. Polîtikayên tayînkirina qeyûman raste rast darbeya li dijî demokrasiyê ye."