Wê li Îzmîrê erdhej berdewam bikin 2021-02-01 14:09:58   ÎZMÎR – Serokê Odeya Endezyarên Jeolojiyê ya Îzmîrê Bora Sonûvar hişyarî da ku dê li Behra Egeyê rûdana erdhejê bidome û bal kişand ser kêmasiyên kontrolên ji bo erdhejê.    Li Îzmîrê li pey hev erdhej pêk tên. Îro sê caran erdhej pêk li pey hev erdhej pêk hatin û erdheja dawî bi pileya 5.2 pêk hat. Van erdhejan xelkê Îzmîrê xist nava metirsiyan.    Serokê Odeya Endezyarên Jeolojiyê ya Şaxa Îzmîrê Bora Sonuvar erdhejên li pey hev hatin û rê li ber metirsiyan vekir nirxand. Sonûvar hişyarî da ku ji ber xetên fayê yên aktîf erdhejên mezinahiya wan dişibin hev dê pêk werin.    ÎZMÎR LI SER XETÊN FAYÊ YE    Sonûvar da zanîn ku navendên esil ên erdhejê Girava Midillî ye û ji ber ku cihê Îzmîrê li ser xetên fayê yên aktîf in loma jî erdhej pêk tên û bi şidet tê hîskirin. Sonûvar diyar kir ku ji ber malên li navçeyên Konak, Bayrakli, Çiglî û Bornovayê li ser zemînek neguncav hatine çêkirin li van deran bi şidet erdhej pêk tê.    Sonûvar anî ziman ku divê di saziyên cemaweriyê de yekîneyên erdhejê werin avakirin û xelkê Îzmîrê wê bi rîska erdhejên mezintir re rûbirû be. Sonûvar bang li şaredarî jî di nav de saziyên pêwendîdar hemû kir ku kontrola giştî were zêdekirin û bikin.