Kesek li Wanê hat girtin 2021-02-01 10:51:01   WAN – Muhammed Orhan ê li Wanê hatibû binçavkirin bi îdiaya “li ser navê rêxistinê sûc kiriye” hat girtin.    Li Wanê di 29’ê çile de polîsan bi ser gelek malan de girtibû û gelek kes binçav kiribûn. Di serdegirtinan de Muhammed Orhan jî hatibû binçvkirin û piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan a Wanê sewqî edliyê kirin. Bi îdiya Orhan di xwepêşandana “yekîtiya neteweyî” ya DBP’ê di 8’ê çile de li Wanê li dar xistibû kevir avêtiye polîsan hatiye binçavkirin û dadgehê bi îdiaya “li ser navê rêxistinê sûc kiriye” da girtin.    Tê payîn ên di heman serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin îro sewqî edliyê werin kirin.