Berdana girtiyan li gorî kêfa girtîgehan ma ye 2021-02-01 09:11:17 EDENE - Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê Parêzer Îlhan Ongor, “Rêznameya Daîreya Nirxandina Hikumxaran” rexne kir û wiha got: “Ev pêkanîn li gorî keyfa rêveberiya girtigehan maye. Gelek girtî, ligel ku cezayê wan qediyane jî nayin berdan. Ev bêmafiya herî mezine.”   Hikumxarên di girtîgehên Tirkiyeyê de dimînin, ligel ku cezayê wan qediyane jî, ji ber qanûna “Rêznameya Daîreya Nirxandina Hikumxaran û Navenda Çavderî û Dabeşkirinê” ya di 1’ê Çileyê de ket meriyetê nayin berdan. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Parêzer Îlhan Ongor, têkildarî armanca qanûnê de nirxandin kir.   PÊKANINEK KEYFIYE   Ongor, bal kişand ser qanûna rêznameyê û wiha axivî: “Rayedarên girtîgehan wê ji vir û şûnde rewşa girtiyan binirxin û derbarê wan de rapora namede bikin. Girtî jî wê li gorî van raporan bên berdan. Armanca bingehîn a vê rêznameyê, ew ku girtî li gorî çavderiya rayedarên girtîgehan bên berdane. Ger rayedarên girtîgehan derbarê hikumxarekê de, çavderiyek erênî di raporê de pêşkêş neke, ew girtî wê bi şertê kontrolê neyê berdan û hemû cezayê xwe divê raze.”    'DÊ BANDOREKE NEBAŞ LI GIRTIYÊN SIYASÎ BIKE’   Ongor, da zanîn ku bi vê qanûnê qedara girtiyan teslîmî rayedarên girtîgehan hatine kirin û wiha bilêv kir: “Bi taybetî jî ev yekê wê bandoreke nebaş li rewşa girtiyên siyasî bike. Ev qanûn di serî de li dijî pêvana ‘Dewleta Hiqûqê’ ya Madeya 2’yemîn a Qanûna Bingehîne.  Di heman demê de li dijî pêvanên ‘wekhev’ a Madeya 10’emîn, ‘Qerneya Mesûmî’ ya Madeya 38’emîn û ‘Azadiya kes û mafê ewlekariyê’ ya Madeya 19’emîn ên Qanûna Bingehînin. Ev qanûn wê bi xwe re pêkanînên keyfî zêdetir bike.”   'ARMANC NE BERDANA GIRTIYÊN SIYASIYE’   Ongor, da zanîn ku armanca vê qanûnê ne berdana girtiyên siyasiye û wiha rêz kir: “Li Tirkiyeyê, bi sedan rojnameger, nivîskar, xwendekar, hiqûqnas, siyasetmedar û mirovên ji ber fikir û ramên xwe hatine girtin hene. Ji bo ku ev kes neyin berdan ev qanûn derxistin. Bêyî ku biryareke darazê hebe, rayedarên girtîgehan wê ligorî vê qanûnê cezayê girtiyan dirêjtir bikin. Nabe ku maf û azadiyên bingehîn bi qanûnên rêznameyan bên sererastkirin. Her çiqasê mafê îtîrazkirinê hatibe dayîn jî, heya ku ev îtîraz bê lêkolinkirin, dest girtin û qebûl kirin, wê girtî bi awayekê bi hiqûq ji azadiya xwe bêpar bimînin û cezayê heq nekirin razin. Ji ber vê ev ne rêbazeke bi bandore. Yanî heya ku pêvajoya hiqûqî bi dawî bibe, wê girtî bi awayekê bêhiqûqî hînzêdetir di girtîgehan de bimînin.”   BIRYAREK SIYASIYE   Ongor, dest nîşan kir ku ev qanûn li dijî mafên bingehîne û wiha bi dawî kir: “Ev biryareke siyasi ya desthilatdariyê ye. Li dijî beşên mûxalîf ev qanûn kirine dewrê. Bi vê gefan li girtiyan dixwin ku dengê xwe nekin. Rayedarên girtîhan ji sazî û dezgehên bê alî pêk nayin. Bi qanûnekê, tavilê daxwazên desthilatdariyê bi cih tînin. Ev jî dê di demê pêş de, binpêkirinên mafan ên girantir bi xwe bîne. Ji ber vê yekê divê tavilê, ev qanûn bê betalkirin û ji holê bê rakirin.”   MA / Hamdullah Kesen