Girtiyan li ser hev ceza dikin 2021-02-01 09:10:37 AGIRÎ – Şahîn Gegez ê li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê dimîne, ligel ku cezayê wî qediyaye jî, ji ber cezayê hucreyê nayê berdan. Apê Şahîn Remzî Gegez, bertek nîşanî vê yekê da û got: “Rayedarên girtîgehan bi zanebûn infaza girtiyan dişewitînin û li ser hev girtiyan ceza dikin.”   Li Tirkiyeyê, di demên dawî de, ji bo gelek girtiyan cezayên hucreyê hatin bîrin û înfazên wan hatin şewitandin. Yek ji girtiyên infaza wî hatiye şewitandin Şahîn Gegez ê li Girtîgeha Sergirtî ya Jimara 1 a Tîpa T a Bandirmayê dimîne. Ligel ku ev saleke cezayê Gegez bi dawî bûye jî, ji ber cezayê hucreyê yê lêhatiye birîn nayê berdan. Apê Gegez ê rayedarên girtîgehê infaza wî şewitandine Remzî Gegez, diyar kir ku girtî bi cezakirinên cuda re rûbirû ne.   3 CARAN CEZAYÊ HUCREYÊ DANE GEGEZ    Apê Gegez Remzî Gegez, bal kişand ser rewşa biraziyê xwe û wiha axivî: “Biraziyê min Gegez di sala 2012’an de, li Wanê bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin û 12 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Piştî 9 salan diviyabû biraziyê min di Sibata 2020’an de bihatiba berdan. Lê bi hinceta ku di girtîgehê de tevlî çalakiyê bûye, 3 caran cezayê hucreyê lê birîn. Ji ber van cezayan înfaza wî şewitandin. Ji bo ku cezayê hucreyê bidin girtiyan, polîtîkeyake teyabet li dijî girtiyan bi kar tînin. Ji bo ku girtî li dijî zext û pêkanên keyfî yên rayedarên girtîgehan dernekevin û çalakiyan pêk neyînin, wan ceza dikin.”    ‘DIVÊ BÊ BERDAN’   Gegez, dest nîşan kir ku li ser hev cezayan li girtiyan dibirin û wiha got: “Di hiqûqa vê dewletê de, rewşek wiha tuneye. Bi vê mafên girtiyan binpê dikin. Ev polîtîkayek pir qirêje ku li dijî girtiyan bi kar tînin. Em dixwazin girtiyên cezayên wan qediyane bên bedan. Nabe ku bi hincetên wiha erzan înfazên wan bên şewitandin.”