Dayika girtî Arat: Çav û guhên xwe negirin 2021-02-01 09:06:37 STENBOL - Dayika girtî Îlyas Arat ê li dijî tecrîdê cara duyemîne dikeve greva birçîbûnê Azîze Arat, ji bo xwedî derketin girtiyan banga çav û guhên xwe negirin li raya giştî kir û got: “Heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê emê li gel zarokên xwe bin. Gerek bike em ê li derve, ew ê di hûndir de li ber xwe bidin.”   Girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîd û bêhiqûqiya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 21 salin li Gireva Îmraliyê tê meşandin û şermezarkirina binpêkirina mafan ên di girtîgehan de zêde bûne, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorvekirin kirin. Çalakiya girtiyan, bi dewirgirtina koma 14’emîn di roja 67’an de dewam dike.   Girtî Îlyas Arat ê li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê dimîne, beşdarî koma yekemîn a çalakiya greva birçîbûnê bû. Arat di dema çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li Gireva Îmraliyê hatibû destpêkirin 87 rojan di grevê de dimîne. Dema ku Arat xwendekarê lîsê bû, di 5’ê Îlona 2015’an de, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” tê girtin û piştî 3 salan li Girtîgeha Sîlîvriyê dimîne, sewqî Girtîgeha Tîpa T a Bandırmayê tê kirin.    Dayika Îlyas Arat Azîze Arat, derbarê pirskirêkên kurê xwe yên di girtîgehê dijî û çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin de ji ajansa me re axivî.    CARA DUYEMÎNE DIKEVE GREVÊ   Dayik Arat, diyar kir ku kurê wê berê jî, 87 rojan di greva birçîbûnê de maye û wiha axivî: “Wê demê rewşa Îlyas pir xirab bû. Ji ber ku greva birçîbûnê pir dirêj dewam kir, rewşa girtiyan krîtîk bibû. Rewş wisan bibû, êdî av jî bi kevçiyan vedixwarin.”    ‘BER ÇAVÊN MIN REŞ Û TARÎ BÛ’   Arat, di dewama axiftina xwe de wiha behsa wan rojan kir: “Wê demê ez çûm hevdîtina vekirî ya kurê xwe. Îlyas li ser kursî anîn hevdîtin. Bedena wî heliya bû. Dema min wî di wê rewşê de dît, ber çavên min reş û tarî bû. Berî ku hevdîtin bi dawî bibe, êdî taqeta wî nebû ku di hevdîtinê raweste. Ji ber wê carek din bi kursî birin qawîşa wî. Ew rewşa wî ya wê demê tu carî ji ber çavên min naçe.”   ‘KARGOYÊN WAN NADIN WAN’   Arat, zextên li ser girtiyan bibîr xist û wiha got: “Li ser girtiyan gelek zext hene. Heqaret li girtiyan tên kirin. Pênûs û defterên wan jî nadin wan. Dema ku em kargoyekê dişînin, piştî bi mehan nû dikeve destê girtiyan. Hemû mafên wan ji wan hatine girtin.”    PEYAMA BAWERIYÊ   Arat, da zanîn ku piştî kurê wî birin Bandirmayê, nikare biçe hevdîtina wî û wiha bilêv kir: “Bi zanebûn zarokên me dibin bajarên dûr. Bi vê îşkenceyê li malbatên wan dikin. Ev salek û 2 mehin min kurê xwe ne dîtiye. Keça min berî mehekê çûbû hevîtina wî. Got ku rewşa wan xirab bû. Rastî hemû zextan tên. Piştî çalakiya greva birçîbûnê ya berê, kurê min bi nexweşiya şekir ket. Ji ber nexweşiyê piyên wî diwerimin û nikare pêlav bixe lingên xwe. Ji ber zext û tecrîda li ser xwe cardin dest bi greva birçîbûnê kirin. Ger daxwazên wan neyin qebûl, wê çalakiya xwe bi biryardarî dewam bikin.”    ‘EM JI LI DERVE DIHELIN’   Arat, dest nîşan kir ku zarokên wan di hûndir de, ew jî li derve dihelin û ev peyam da: “Heya damla xwîna xwe ya dawiyê em li gel zarokên xwe ne. Em her daîm li pişt zarokên xwe û têkoşîna wanin. Ji ber şewbê gelek fikarên me hene. Ew ne ciwanên valene. Zarokên me pir binirx û hêjane. Hemû gul û çîçekin. Gul û çîçekên me kirine zindanan û dixwazin wan bi çilmisînin. Gerek bike em ê li derve, ew ê di hûndir de li ber xwe bidin.”   BANG   Dayika Îlyas Arat Azîze Arat, bang li raya giştî ya civakê kir û wiha bi dawî kir: “Ez bang li mirovên xwedî bi wijdan dikim. Çav û guhên xwe negirin. Ji bo ku ji girtîgehan darbest dernekevin, xwedî li daxwazên zarokên me derkevin.”