Kesên Çaprazê birîndar kirin dê cardin bên lêpirsînkirin 2021-01-31 09:14:16   ENQERE – AYM'ê derbarê doza Sîbel Çapraz a DBP'yî de biryara binpêkirinê da. Çapraz, di dema qedexeyên derketina derve de birîndar bûbû û gava tedawî dibû hatibû girtin.    Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) biryara xwe ya derbarê serlêdana Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sîbel Çapraz de aşkere kir. AYM'ê derbarê serlêdana Çaprazê de biryara binpêkirinê da û xwest tazmînat bê dayîn.   Sîbel Çapraz di 28'ê Mijdara 2015'an de li navçeya Gever a Colemêrgê di dema qedexeyên derketina derve de bi giranî birîndar bûbû.   'BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ'    Ji ber ku derbarê birîndarkirina Çaprazê de lêpirsîn nehatibû kirin parêzeran serlêdan kiribû. AYM'ê serlêdana parêzeran qebûl kiribû û biryara xwe ya derbarê serlêdanê de aşkere kir. AYM'ê di biryara xwe de diyar kir ku mafê jiyanê hatiye binpêkirin û xwest kesên Çaprazê birîndar kirine bên lêpirsînkirin.    54 HEZAR TL TAZMÎNAT    Her wiha AYM'ê ligel biryara xwe ya binpêkirina mafê jiyanê, diyar kir ku divê 54 hezar TL tazmînat jî bê dayîn û xwest biryar ji Serdozgeriya Komarê ya Geverê re bê şandin.    ÇI BÛBÛ?    Sîbel Çapraz di 28'ê Mijdara 2015'an de li navçeya Gever a Colemêrgê bi giranî birîndar bûbû. Ji ber vê Çaprazê rakiribûn nexweşxaneyê. Lê gava li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin di 2'yê Adara 2016'an de hatibû girtin. Çapraz, di 96 rojên tedawiyê de 15 caran emeliyat bûbû. Gava hatibû girtin, ji nexweşxaneya li Stenbolê ji bo emeliyatê sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê hatibû kirin û li wir tabûrcî bûbû.    Ji ber ku rewşa wê giran bû, ji bo bê berdan Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî di nav de gelek rêxistinên civaka sivîl ji bo berdana wê kampanya li dar xistibûn.    Çapraz bi awayekî ku rodiyê wê yê qalind li derve û milê wê birîndar hatibû girtin.    Paşê di 28'ê Sibata 2017'an de di danişîna çaran de bi şertê hepsa malê û kontrolkirina edlî hatibû berdan. Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh ceza li Çaprazê hatibû birîn. Ji ber vî cezayî dosye li dadgeha îstinafê ye.    MA / Berîvan Altan